EconomicsTop

Veberhênanên taybet zêde bûne. Wezîr destnîşan kir ku di qadê de hîn pirsgirêk hene

Wezîrê Aboriyê yê Komera Ermenistanê Vahan Kêrobyan piştrast dike ku veberhênanên taybet li gorî sala borî ji sedî 15 zêde bûne, lê dîsa jî di warê veberhênan de pirsgirêk hene, bernameyên veberhênanê hene ku bi pirsgirêkan re rû bi rû dimînin.

Wezîr ev tişt di dema nîqaşên butçeyê yên di rûniştina Meclîsa Netewî de got.

Kêrobyan wiha got: “Veberhênana taybet li gorî par zêde bûye. Li gorî min ji sedî 15’ê GDP’ê pêk tînin.”Wî bi bîr xist ku hikûmet plan dike ku di 5 salên bê de para veberhênanan di BNN de zêde bike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button