SocietyTop

P’êwenda “Modêr’na”-ye 620 h’ezar dermançapa p’êþk’êþkirî Ermenîstanêdaye

Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê- çawa wezareta CE-êye sag’lemîxweykirinê e’lamdike, Andrêa Vîktorîna sefîra yektîya Avropaêye Ermenîstanêda û Hêlên Sand Andêrsêna sefîra P’adþatîya Norvêgîyayêye Ermenîstanêda p’êþk’êþdayîn fir’egeha “Zvart’nos”-da t’esmîlî wezaretê kirine.

“Em seva p’êþk’êþdayîna qederrr’eqema p’êwenda miqabilî K’ovîd-19 þêkirdarê Norvêgîyayê û YA-êne, xazma vî we’dê seva Ermenîstanê çetinda. Nenihêr’î qezîya ferze welatê meda mewcûde h’embelqîtkêva girêdayî, em sefera salixdayînêye derheqa p’êwendkirinada berdewamdikin. Bi  p’êþk’êþdayîna ewqasî mezin mecala meyê heve em dereca p’êwendkirina binelîyaye selefa bilindkin û ban t’emamîya Ermenîstanêda berfirekin. Bi t’ifaqdarîyê û yektîyê emê vê h’embelqîtkê alt’kin”,- Anahît Avanêsyana wezîra sag’lemîxweykirinê daye k’ivþê.

“Me göman heye, wekî p’êwendê alî  Ermenîstanê bike xwe ij h’embelqîtkê xweyke, bi h’esavê nîþandayîna t’ifaqdarîyê li delala û civaka giran”,- Hêlên Sand Andêrsêna sefîra P’adþatîya Norvêgîaêye Ermenîstanêda daye k’ivþê.                       

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button