
Yekîtiya Ewropî wê sertîfîkayên derzîlêdana koronavîrûs ji Ermenistan û Brîtanya Mezin qebûl bike. Ev agahî ji aliyê Komîsyona Ewropayê ve li ser rûpela xwe ya Twitterê hat weşandin.
“Ji bo rêwiyên Brîtanyaya Mezin û Ermenîstanê nûçeyên baş. Di nivîsarê de wiha hat gotin: “Îro me du biryarên nû standin, ku li gorî wan sertîfîkayên COVID-19 yên ku ji hêla Ermenistan û Brîtanyaya Mezin ve hatine derxistin bi sertîfîkaya dîjîtal a COVID-19 ya Yekîtiya Ewropî re wekhev in.”