Ermenîstan bi Rûsyayê re nîqaşan dike ka ew çawa dikarin di pêvajoya asayîkirina têkiliyên Ermenî-Tirkî de bi pêş biçin.
Li gorî nûçeya “Armenpress”ê, Sekreterê Şêwirdariya Ewlekariyê ya Ermenistanê Armên Grîgoryan piştî civîna hikûmetê di brîfîngekê de ji rojnamevanan re got.
“Me gelek caran got ku em amade ne li ser asayîkirina peywendiyan bi Tirkiyê re dest bi gotûbêjan bikin. Weke ku min got, em bi hevkarên xwe yên Rûs re gotûbêj dikin ka em çawa dikarin di vê pêvajoyê de pêş biçin. Bi dîtina min destpêkirina vî karî wê bi bandortir be, ji ber ku me wek aliyê Tirkiyê behs kir ku nîşanên erênî hene, em dikarin dest bi asayîkirina peywendiyan bikin.