All NewsTop

7% mezinbûna aborî. Dahat wê li gorî sala 2021-an ji sedî 17 zêde bibe. Paşînyan li ser bûdceya 2022’an

Di meha tebaxê de, me Plana Çalakiyê ya Hikûmetê ya ji bo 2021-2026 pêşkêş kir, ku ji bo pêşkeftina Ermenîstanê ya aştiyane, domdar û berfireh amancên hikumetê destnîşan dike. Serokwezîrê Komera Ermenistanê Nîkol Paşînyan îro 25ê cotmehê di civîna hevbeş a komîteyên Meclîsa Netewî de di dema gotûbêjkirina projêya bûdceya sala 2022an de ragihand.

Di axaftina xwe de bi taybetî bal kişand. “Em îro yekem bûdceya vê bernameya 5 salan pêşkêş dikin, ku tê xwestin bingehek bihêz ji bo cîbicîkirina vê bernameyê bê danîn. Em ji bo sala 2022 7% mezinbûna aborî texmîn dikin. Tevî vê rastiyê ku piraniya sala heyî ji hêla hawîrdora siyasî û ewlehiyê ya bêîstiqrar ve derbas bû, aboriya me îro ji hemî pêşbîniyên mezinbûna 2021-an derbas dibe. Ji aliyê din ve hêviyên hikûmetê ji encamên salê zêdetir e.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button