All NewsPoliticsTop

Serokwezîr Paşînyan bi Balyozê Fransî re mijarên rojeva têkiliyên dualî û gavên pêş de gotûbêj kirin

Serokwezîr Nîkol Paşînyan, Balyoza nû ya awarte û tayînkirî ya Fransayê li Komara Ermenîstanê Annê Lûyo qebûl kir.

Serokwezîr bal kişand ser rola Fransa di çarçoveya hevserokatiya Koma Mînskê ya OSCE, kêşeya Artsaxê û bibandorbûna danûstandinên aştiyê û çareserkirina kêşeyan. “Careke din bi xêrhatina we dikim, ez hêvîdar im ku di çarçoveya van mijaran de, di encama tayînkirina we de çalakiyeke nû derkeve holê, rojeva dewlemend a ku me berê jî hebû, were nîşankirin û hêjayî destkeftiyên nû be.” – got serokê hikûmetê.

Balyoz piştrast kir ku di dema çalakiya xwe de ew ê her tiştî bike da ku têkiliyên siyasî û aborî yên welatên me bi hêzek nû pêşve biçin. Xanim Lûyo got jî ku tê plankirin ku di demeke nêzîk de bi hevkariya hikûmeta Ermenîstanê “nexşeya rê” ya çalakî û bernameyên hevbeş were çêkirin.

Her wiha li ser xurtkirina pêvajoya muzakereyê ya li ser kêşeya Qerebaxê, îhtîmala seredana hevserokên Koma Mînskê ya OSCE bo herêmê û pêvajoyên li Başûrê Kafkasya diqewimin de nêrînên xwe danustandin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button