All NewsTop

Potansiyela înjînêriya Ermenistanê wê di “Hefteya Înjînêriya Ermenistanê” de were pêşkêş kirin

Bûyera salane ya sereke di warê înjînêryê de li Ermenistanê-“Hefteya Înjînêriyê Ermenîstanê 2021” wê di 21-25-ê cotmehê de li Yêrêvan, Vanadzor û Gumrîyê pêk were.

Van bûyerên salane yên kevneşopî wê di 21ê cotmehê de dest pê bikin. Di 22 -ê cotmehê de, dê bûyerên li Bajarê Ínjînêriyê bi vekirina beşa pêşangehê bidomin. Bûyera dawîn a nîqaşên profesyonel dê di 23 -ê cotmehê de li Navenda Têknolojiyê ya Vanadzor were li dar xistin.

Di sê rojên yekem ên hefteyê de, înjînêr wê destkeftinên xwe yê herî paşîn ên di pîşesazî, gerîdok, hewayî, elektronîkî, teknolojîya bilind, biyomedîkî, ewlehiya sîber, perwerdehî, û pîşesaziyên din de pêşkêş bikin. “Hefteya Înjînêriya Ermenîstanê 2021” ji hêla Wezareta Pîşesaziya Teknolojîya Bilind a Komera Ermenistanê, Komeleya Înjînêriyê û Weqfa “Enterprise Incubator” ve tê meşandin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button