All NewsTop

Norwêc wê pişkek girîng a vaksîna “Moderna” bide Ermenistanê

Di 18 cotmeh de, Cîgirê Wezîrê Derve Vahê Gorgyan pêşwaziya balyoza nû yê Qraliyeta Norwêcê li Komara Ermenistanê Hêlên Sand Andrêa (rûniştina li Tbîlîsî) kir bi boneya pêşkêşkirina kopiyên belgeyên wê.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve pîrozbahî li Hêlên Sand Andrêsên kir ku wezîfeya berpirsiyar girt ser xwe û hêvî kir ku Balyoza ku nû hatî tayîn kirin wê bibe alîkar ji bo xurtkirina bêtir têkiliyên Ermenistan-Norwêcê û berfirehkirina rojevê. Hevdîtinan amadebûna dualî ji bo gavavêtina ji bo xurtkirina diyaloga siyasî, pêşxistina hevkariya bikêrhatî ya di warên dualî û pir alî de, û karanîna potansiyela heyî tekez kir. Balyoz Andrêsên da zanîn ku di çarçoveya însiyatîfa “Team Europe” de, Norwêc dê pişkek girîng a derziya “Moderna” bide Ermenistanê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button