PoliticsTop

Wezîrê Karên Derve yê Komera Ermenistanê tekezî li ser tevlêbûna Konseya Ewropayê ji bo derbaskirina qeyrana mirovî ya li Artsaxê kir

Di 18ê cotmeh de, wezîrê karên derve yê Komara Ermenistanê Ararat Mîrzoyan pêşwaziya Serokê Koma raportorên demokrasiyê yên Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê (KE), Balyozê Awarte û Temsîlkar ê Swêdê li Konseya Ewropa Martîn Ehnbêrg û heyeta pê re. Di nava şandeyê de balyozê Fransa, Rûsya, Swîsre, Fînlandiya, Estonya, Andorra, Îslanda û nûnerên Sekreteriya Konseya Ewropayê jî hebûn.

Karbidestekî ji wezareta karên derve ya Komera Ermenistanê ji “Armenpress” re got ku wezîr Mîrzoyan û balyoz Ehnbêrg dilxweşiya xwe ji hevkariya pir-sektorî ya ku di navbera Ermenistan û Konseya Ewropayê de hatî damezrandin.

Wezîr bal kişand ser destdirêjiya ku Azerbaycanê li dijî Artsaxê bi binpêkirinên mezin ên mafên mirovan û rewşa pê re çêkir, pesnê daxuyaniyan da û banga bidawîkirina dijminatiyê ji aliyê organên Konseya Ewropayê

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button