PoliticsTop

Çalakiya azeriyên ku Gêxarkûnîk dagir kirin zêde bûye. Parêzvanê Mafên Mirovan

Hêzên çekdar ên Azerbaycanê êrişî herêma Gêxarkûnîk a Komera Ermenistanê kirin, stargehên mezin çêkirin, gelek dar şewitandin û rêyên ku diçin mewziyên wan asfalt kirin. Parazvanê Mafên Mirovan a Komera Ermenistanê Arman Tatoyan ev agahî da.

“Wekî din, ew çêkirina rêyên nû berdewam dikin, hejmara leşker û çekan li mewziyan zêde dikin. Ew bi domdarî li ser xurtkirina pozîsyonê xebata endezyariyê ya çalak dimeşînin. Em qala bicihkirina neqanûnî ya Azerbaycanê û kiryarên sûc li axa serwer a Komara Ermenistanê dikin.

Hebûna hêzên çekdar ên Azerbaycanê li derdora gundên Komara Ermenistanê û li axa serwer a Komara Ermenîstanê bi rengek eşkere sûcdar e, ew bixwe mafên jiyanî yên gundiyan binpê dike.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button