
Aliyê Azerbaycanê provokasîyon berdewam dike û peymanên ku di daxuyaniya sêalî ya 9ê mijdarê sala 2020-an hatiye îmzekirinê binpê dikin.
“Wan bi kuştina sivîlek li bajarê Martakêrt dest pê kir û li deverên cihê yên xeta têkiliyê berdewam kirin. Heger berê gulebaran bi gelemperî armancek hişyarkirinê hebû – ew ne li dijî leşkerên ermenî bûn, naha van rojên paşîn rêça gulebaranê bi rengek girîng hatiye guhartinê û azerî jiyana mirovan kirine hedef.
Vîdyo ne tenê tevgera provokasîon a dijmin îsbat dike, di heman demê de bi zelalî destnîşan dike ku aliyê ermenî bi peymana asta bilind diparêze û êrîşî eskerê Azerbaycanê nake”,-tê gotin di nav daxûyanîya Servîsa Ewlehiya Neteweyî de.