All NewsPoliticsTop

Wezîrên Derve yên Ermenistan, Rûsya û Azerbaycanê civiyan

Civîna Wezîrên Karên Derve yên Ermenîstan, Rûsya û Azerbaycanê di 14’ê cotmehê de li
Mînskê paytexta Belarûsê bi pêşengiya aliyê Rûs pêk hat.


Wezîrên Karên Derve mijarên têkildarî şerê Nagorno Qerebaxê, di nav nîqaş kirin pêkanîna
danezana sêalî ya sala 2020 9ê mijdarê.


Wezîrê Karên Derve yê Komara Ermenistanê Ararat Mîrzoyan hewildanên navbeynkariya
Rûsyayê yên ji bo agirbestê bilind nirxand, û di çarçova dabînkirina ewlehiya ermeniyên
Artsaxê de, tekezî li ser hebûna hêzên aştîxwaz ên rûs li Nagorno Qerebaxê kir.


Wezîr Mîrzoyan bal kişand ser civîna ku li Nyû Yorkê bi navbeynkariya Hevserokên Koma
Mînskê hat kirin û destnîşan kir ku divê çareseriya berfireh a pevçûna Nagorno Qerebaxê di
çarçoveya Hevserokên Koma Mînskê de were kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button