All NewsTop

Hêzên Çekdar ên Azerbaycanê baregeha leşkerî ya Artêşa Parastinê ya Artsaxê dan ber guleyan

Êvara 14ê cotmehê, hêzên çekdar ên Azerbaycanê baregeheke leşkerî ya Artêşa Parastinê ku li devera sînorî ya rojhilatê Komara Artsaxê ye, dan ber guleyan, di encamê de şeş serbaz birîndar bûn. Ev ji hêla karûbarê çapameniyê ya Artêşa Parastinê ve hate ragihandin.

Bûyer yekser ji fermandariya hêzên aştîparêz ên rûsî re li Artsaxê hate ragihandin.

Wezareta Parastinê ya Komara Artsaxê daxuyand ku ew li gorî rêbaza agirbestê tevdigere û ji aliya Azerbaycanê daxwaz dike ku dev ji kiryarên ku aramiyê xirab dike berde.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button