All NewsTop

Di encama nirxandina Standard & Poors de, pargîdaniyên Ermenî dê krediyên erzan ji derve bistînin. Paşînyan

Duh hat zanîn ku ajansa nirxandinê ya Standard & Poors yekem car pileyek daye Ermenîstanê û ji
duh ve ev nûçe bi awayekî berfireh tê nîqaşkirin. serokwezîrê Komera Ermenistanê Nîkol Paşînyan
îro, 14ê cotmehê, di rûniştina hukûmetê de behsa vê yekê kir, ji wezîrê fînansî Tîgran Xaçatryan
xwest ku vebêje ka ev tê çi wateyê.

Tê destnîşankirin ku perspektîfa “erênî” ya nirxa serweriya Ermenîstanê nerîna Standard & Poors
nîşan dide ku xetereyên ji bo başkirina rewşa aborî ya Ermenistanê serdest in, ku dibe ku bibe
sedema zêdebûna nirxa serweriya Ermenistanê di 12 mehên pêş de.

Standard & Poors destnîşan dike ku heger hêviyên wan ên mezinbûna aborî li Ermenistanê di 2-3
salên pêş de werin cîbicî kirin, zeafiyetên derveyî kêm dibin, û performansa bûdceya dewletê ji ya
ku tê çaverêkirin erênî ye, ew ê bibe sedema başbûna nirxa serweriya welêt .

Standard & Poors hêvî dike ku bicihanîna pilana 5-salî ya hikûmetê dê bibe sedema mezinbûna
aborî ya zûtir û kêmkirina destkeftiyên derveyî.

Di dora xwe de, serokwezîr destnîşan kir ku di encama vê nirxandinê de, dê pargîdaniyên Ermenî ji
derve deynên erzan bistînin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button