All NewsPoliticsTop

Vatîkan wê li Ermenîstanê nûnertiya xwe veke. Serokê Komara Ermenistanê pêşwaziya wê biryarê dike

2021 ji bo têkiliyên Ermenistan-Vatîkanê salek taybetî ye, ev serdana yûbîlî (bîst sal û pênc sal) ji ber serdanên Ermenistanê  rûhane Hovhannês Poxosê II û Papa Fransîsk․ Serokkomarê Ermenistanê Armen Sarkîsyan di hevdîtina bi Papa Fransîs  li Vatîkanê ev yek got. Agahdarî ji hêla ofîsa serokê Komera Ermenistanê ve tê dayîn.

Wî destnîşan kir ku ev serdanên dîrokî dê her dem di dilê gelê Ermenî de geş bimînin, û bal kişand ser helwesta prensîpî ya Papa Fransîs di Cênosîda ermeniyan de.

Sarkîsyan ji bo diyaloga avaker a di navbera Kûrsîya Pîroz û Komara Ermenistanê de spas kir.

Serok bi minetdarî diyar kir ku di vê qonaxa dijwar  de ji bo welatê me, Vatîkanê destê hevgirtinê dirêjî dewlet û gelê me kir.

“Em peyamên ku Cenabê wî di şerê ku sala par serê gelê Ermenî kişand, û piştî wê, û hem jî alîkariya însanî ya ji bo nexweşxaneya Aşotskê, dinirxînin.”

Serokê Komara Ermenistanê her wiha berjewendî û dilsoziya Ermenistanê ya ji bo xûrtirkirina têkiliyên navxweyî yên bi Kursîya Pîroz re dupat kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button