All NewsPoliticsTop

Pirsgirêka Nagorno Qerebaxê nehatiye çareser kirin. hevdîtina Paşînyan-Pûtîn li Moskowayê pêk hat

Serokwezîrê Komera Ermenistanê Nîkol Paşînyan li Kremlînê bi serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtin kir. Li gorî ragahindina “Armenpress”։  serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn  pêşwaziya hempîşeyê ermenî kir û destnîşan kir ku ew bi peywendiya telefonî ya domdar digel Paşîniyan re ye, lê ji nêrîna gihîştina encama pêwîst hevdîtinên kesane her dem bi bandor in. Pûtîn hêvî kir ku vê carê jî wisa be.

“Em ê hem di hawîrdora fermî û hem jî nefermî de biaxivin, şîvê bixwin, mijarên heyî nîqaş bikin, li ser perspektîfan biaxivin. Demekî nêzîk wê civîna HKS-ê (Hevkarya Komerên Serbixwa)  bê derbaskirinê, em dixwazin bi we re “demjimêran diyar bikin”, di vî warî de, bê guman, li ser mijarên sereke yên hevkariya me, di nav de pirsgirêka çareseriyê di perspektîfa demdirêj a li herêmê de. “Ez bi dîtina we pir kêfxweş im, bi xêr hatin,”,- di axavtina xwe de got serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn.

Serokwezîrê Komera Ermenistanê ji bo vexwendinê spas kir û destnîşan kir ku ev çaremîn hevdîtin e ku îsal bi serokê Rûsyayê re pêk tê. “Ez difikirim ku civînên bi vî rengî yên dubare şahidiya dînamîkên bilind ên têkiliyên me û têgihiştina hevbeş a girîngiya têkiliyên hevalbendên me yên stratejîk dikin. Bê guman, li herêma me, li çaraliyê cîhanê, pêvajoyên dînamîkî diqewimin, û pir mimkun e ku hevalbend pir caran bicivin û bipeyivin, wekî ku we got, “demjimêran diyar bikin. “Weke ku we dît, pirsgirêka Nagorno Qerebaxê nehatiye çareser kirin, diyar e ku Rûsya, ku di heman demê de hevseroka koma Mînskê  ye, di çareserkirina pevçûnê û dabînkirina ewlehiya herêma me bi giştî de rolek sereke dileyze”,- got serokwezîrê Komera Ermenistanê Paşînyan û zêde kir: “Bê guman, ev gişt mijar pir girîng in, ew mijarên sereke ne. Ez gelek kêfxweş im ku min ev rojeva bi we re gotûbêj kir.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button