PoliticsTop

Têderxistin: “Sivdera Zangêzûrê” seva bêqezîabûna Îranê wê bive derb

Delîva mîaserkirina, wa gotî, “Sivdera Zangêzûr”-ê, ferz nîne, k’a bi çi cûr’eyî, bêþik wê bive derba zor li bêqezîabûna Îranê. Vardan Voskanyanê midîrê membera ZR’D-îye îrannasîyê fikra wa e’lamî Armînfoyê kirîye.

“Sînorê t’ev Ermenîstanê seva Îranê ferztîya sirêder t’emsîldike, k’îjan wê yekêva girêdayîye, wekî hima Ermenîstan r’iya Îranêye berva þimalê ewledike. Saxî- ne kö t’enê bi h’esavê t’öcarîmalhebûnîyê. Vê delîva berbiç’e’vda p’ara wî sînorîye dinîasîasîyê me’na t’amkirinê dest tîne. Bin wê r’onkayêda- her cêr’ibandineke tandêma t’irk-adrbêþanîye bir’îna wê r’ê seva T’êhranê pirsgirêka mezine”,- ewî binxetkirîye.

Ê îrannas anîye bîr, wekî bi wê fikirê mewcûdîya sînorê navbera Îranê û Arsaxêda maweya berî agrnêsîa t’irk-adrbêcanîye 44 r’ojêye nisbetî Arsaxê seva T’êhranê k’efîla t’amkirinêbû bona xweykirina bêqezîabûna arizî û, angor, e’dlayê. Vê h’emtêk’stêda okûpasîa wan t’opraxaye adrbêcanî, qewlî wîva, idî gîhandibû pêkanîna qezîya t’ezeye xeysetê dinîasîasîyêye nisbetî Îranê. Saxî, ne kö t’enê wê p’ara sînorda, lê isa jî bi t’erefê sînorê k’ese t’ev Ermenîstîanê.

Qewlî Voskanyanva, dengvedana T’êhranêye li qewmandina, k’îjan neh’îyêda divin, t’enqîdkirina zalimê Bek’ûêye Îranêva hinartî diha qewînkirine. “Em divînin, wekî ew fikir, bêþik, r’astî e’k’sît’esîra Îranêye  çapik tê. Isa jî Ûr’isêt berne’mê t’irk-adrbêcanîye ÿk’spansîonîstîêr’a h’eyr-h’ijmek’ar namîne. Ez difikirim, wekî ev t’emam mecalê dide Ermenîstanê diha manêvr bike û, dêmek, xaçê mezin dayne ser berne’mê Ankarayê û Bek’ûêye “Zangêzûrê”,- ê îrannas xitimkirîye. 

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button