Di 4ê cotmehê de, Wezîrê Parastinê yê Komera Ermenîstanê Arşak Karapêtyan pêşwaziya serokê delegasyona Yekîtiya Ewropî li Ermenistanê, Balyoz Andrêa Vîktorîn kir. Cîgirê serokê delegasyona YE Jan Plêşîngêr jî di civînê de amade bû.
Ji Wezareta Parastinê ya Komera Ermenîstanê ji Armenpress re got ku Arşak Karapêtyan rewşa sînor pêşkêşî kir, û kiryarên aliyê Azerbaycanî yên bi dêstabilîzekirina rewşê destnîşan kir.
“Di dora xwe de, Andrêa Vîktorîn diyar kir ku YE piştgiriyê dide hewildanên Hevserokên Koma Mînskê di çareserkirina pirsgirêka Qerebaxê de, amadebûna xwe ji bo destpêkirina danûstandinên bi wê astê diyar kir,” daxuyaniyê de tê gotin.