Gar’nîk Davt’yanê pisporê bi pirsê Adrbêcanê ÿfîra Spûtnîk Armênîaêda paþda veger’yaye ser cûr’eçapa k’oma T’BHA Mînskê û fikra Adrbêcanêye derheqa wêda.
Adrbêcan ij dazêndîbûna cûr’eçapa k’oma T’BHA Mînskê dibizde, çimkî ew bi delîlî miqabilî wê berzeqtîya E’lîêve, wekî ewî pirsa Qerebag’ê safîkirîye. Nav qisa t’ev “Spûtnîk Armênîayê” Gar’nîk Davt’yanê pisporê bi pirsê Adrbêcanê fikra heman e’lamkir.
Adrbêcanê h’etanî þêr’ jî ser dereca r’esmî û ne r’esmî mecal bernedida- h’îmê k’oma T’BHA Mînskê sistke- bi me’nîgirtina, wekî ew cûr’eçap kevne û ewê gere t’ezekin- bi wergirtina T’irkîyayê. Lê saya dîwannasîya ermenî Adrbêcanê nanakirin distend û r’iya girtîda dîhardibû.
Nav þer’ê 44 r’ojê pey alt’indarîya tênivîsîr’a, bi gilîyê ê pispor, bin h’ökömê t’esîra ÿyforîk Adrbêcanê t’irê, wekî t’emamîya welatê k’oma T’BHA Mînskê gere wêr’a heq-h’esava bikin û ker’-lal de’wê E’lîêv bibihên, k’îjan lap t’onekirina k’oma T’BHA Mînskê t’exmîndike.
Bi gilîyê Davt’yan- Bek’ûya r’esmî dixweze seva xwe cûr’eçapa diha h’izkirîye t’eze bi t’evbûna Ermenîstanê, Adrbêcanê û Ûr’isêtê bie’frîne, h’îmda e’lametîya 9-ê meha çirîa paþin qolkirîye, li k’ö herdö welatê k’oma T’BHA Mînskê ne hazirin.