CultureTop

Ag’zk’êda tiþtê we’dê berî xaçp’arêzîyê hatne e’yankirinê: p’êþanga nimûnê degme- xilazîya meha îlonê

Van çend mehê xilazîyê mexberê Ag’zk’êda dîsa lêk’olînkirina dikin. Encama wanda tiþtê degme hatne dîtinê. “Yek r’astî jî dîharkirine”,- Hakob Sîmonyanê serk’arê k’oma qedîmnasîyêye seferê divêje: “Me heykelê bi xaçê p’er’ dîharkirine, k’îjan goþê r’astda wergirtî nînin, çawa xaçê meþûre kevirîne.

Xaçê hemane kevirî t’emamîya t’opraxa Ermenîstanêda hatne dîtinê- yek- Dvînêda, yek jî- Êrêrûykêda,- ê qedîmnas dide k’ivþê. Encama lêk’olînkirinê qedîmnasîyêda tevekê t’eze hatîye vekirinê, k’îjan ser dewra berî xaçpxarêzîyê h’esavdive. Bi qîmetkirina qiseçîyê min- eva dîsa degmeye, çimkî madeya berî xaçp’arêzîêye delîlnivîsarê ze’f lêk’olînkirî nîne. Vira isa jî xeleqê zemanê hêllênîstîyê û Sasanîyê, heykel, heykelê r’ûr’ast hatne dîtinê.

Bi gilîyê Sîmonyan- mecala meye yekanî wê heve- em nimûnê dewra berî xaçp’arêzîyê- ij medenyeta ermenî, bivînin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button