CultureTop

E’lîêv t’opraxê QÇ’-aye okûpasîyabûyî bin qolê xweda xweynake?

Î. E’lîêvê sedrê Adrbêcanê bêh’îm Ermenîstan wê yekêda gönek’arkirîye, wekî ew xwedêgiravî p’êxemê serdana r’esûltîya YÛNÊSKO-êye qîmetkirinêye li Qerebag’ê dixe, nav wê hejmarê- li t’opraxê alîyê adrbêcanîye zevtkirî.

Wexta r’asthatina t’ev  Vladanka Andrêêva ösûlvana T’MY-ye miqîmîye Adrbêcanêda E’lîêv gaznê xwe kirîye, wekî Bek’ûyê hîvî YÛNÊSKO-ê kirîye- sala 2020-î berî agrêsîa adrbêcanî bê. “Qölixçîyê YÛNÊSKO-ê gotine, wekî t’eþkîlet bi pirsê sîasîyê mijûlnave. Lê pey þêr’r’a me ij YÛNÊSKO-ê e’þiratî stend, wekî ew dixwezin bên. Hilbet, me e’cêvmayîna xwe e’lamkir. Çimkî, dikarin bêjin, 30 sala, çaxê me gazî wan dikir, ew nedihavtin… Lê pey þêr’r’a qirarkirin bên. Dêmek, em wê yekêr’a qayîlbûn û, çiqasî ez haþpêheme, salixdayîna xilzîyê ewbû, wekî r’esûltî idî hatbû e’frandinê, lê niha Ermenîstan careke din þikyatdike. Dêmek, careke din r’esûltî tê paþdaÿxistinê”,- E’lîêv gotîye, mecalê adrbêcanîye salixdayînê e’lamdikin.

E’lîêv qestbende wek’îla t’eþkîleta ort’emiletîyê dixalifîne. Dêmek, YÛNÊSKO-ê gele cara derheqa hazirîya þandina r’esûltîya qîmetkirina h’alê mîrat’a medenyetî û t’arîxîda e’lamkirîye, lê wana ew yek dest hima Adrbêcanê nikarbûye bikin.

Aþkelaye, wekî bi hevr’aqayîlbûnê bi paþdasekinandinê û t’er’ibandina r’esûltîya YÛNÊSKO-êye li t’opraxê Arsaxêye okûpasîabûyî, Bek’û dicêr’bîne vandalîzm û wêrankirina heykelê ermenîye t’arîxmedenyetî veþêre, seva çi îzbatîyê p’ir’hejmar hene. Yanê na, k’ivþî heye, E’lîêv t’opraxa bin qolê xweda xweynake, çimkî wîr’a qayîlîya alîyê ermenî lazime- seva çûyîna YÛNÊSKO-êye li wira.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button