PoliticsTop

Qölixçîyê adrbêcanîyî e’skerîyê avtomat rasteveyî me kir: Piþtovanê CE-êyî heqê mêriv

Piþtovanê CE-î HM bi mesela xwe qanebûye- Syûnîk’êda ser r’ê-dirba hazirîya adrbêcanîya qezîya r’aste seva meriva. Ew belgê xweyî fêysbûk’êda dinivîse:

“Cöda gotî,-ser r’iya navbera dewletada em deqekê-döda wan p’arad sekinîn, k’îderê qewatê adrbêcanîye sîlih’bûyî cîwarbûyîne. Me dicêr’iband em serwextvin, k’a çi wê biqewime, h’erke dest me’nîke obyêktîv, em bêjin, dest nesazîya maþînê yan xiravbûna seh’eta r’êwî avtomaþîna bajar’vanîyê wê p’arêda bisekine.

Em xwexa, hilbet, bi avtomaþînê bajar’vanîyêbûn. Çaxê em sekinîn, qölixçîyê adrbêcanîyî e’skerîyê em t’exmînkirin, hangava k’ete malikê û avtomat dêstda derk’ete derva û ew r’asteveyî me kir. Dereke dine pey sekinandina deqekê-dödar’a qölixçîyê adrbêcanîye e’skerîyê sîlih’bûyî destpêkirin lipatê  bêr’eh’et bikin- bi dûrbîna dîna xwe didane me, paþê destpê fîtînê û nizam çi qar’e-qar’ê kirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button