We’deyê bide k’ivþê, k’a qolkirina t’emesûka t’eze wê çi bide Ermenîstanê û Arsaxê. Nav qisa t’ev “Spûtnik Armênîyayê” Davît’ Babayanê wezîrê Arsaxêyî K’Dfikira heman e’lamkir- bi paþdaveger’andina ser t’emesûka t’ezeye qalmeqalma mezin bilindkirî, k’îjanê N. P’aþînyanê k’efîlê serekwezîrê ÞE k’arê xwe dike qolke.
“T’ev Adrbêcanê pirsgirêkê me hene, eva gere bive pirsgirêka hevr’axeverdanê we’dedirêj. Ez diwek’ilînim- sînor, Arsax, r’ewþa Arsaxê, t’opraxê zevtbûyî, r’ewþa wan t’emamîya wan pirsgirêkane, k’îjan de’wa we’de dikin”,- ewî got.
Gelo, t’emesûka t’eze ziyanê dide mewcûdîya Arsaxêye paþwextîyê? Babayanr’a çetine cava vê pirsê bide, dewsê fikra wîr’a bile nikarbû derbazbûya, wekî we’dekî þöxölvanekî sîasîêyî isa wê bê dîtinê, xazma- r’êber, wekî Arsaxê û topraxê zevtbûyî wê naske p’ara Adrbêcanê.
“Arsax gere h’emû xiravxevitandina dûrve”,- wezîrê Arsaxêyî K’D da k’ivþê.
Bi fikira wî- yekpel gere bêh’ed fesalvin, gere bîrnekin, wekî Adrbêcan îro borcdarîyê bile t’emesûka 9-ê meha çirîa paþin hildayî naqedîne.
“Hûn divînin- sîasîya çi cûr’eyî nisbetî hêsîrê me dimeþîne, pirsa t’önekirina ermenîtîyê t’oparaxê “zevtbûyîda” sîasîya medenyetîye çi cûr’eyî mîaserdive”,- Babayan serda zêdekir.