PoliticsTop

E’lîêv t’ev alîyê ûr’isa pirsa “Sivdera Zangêzûrê, nikare e’ne’neke: “CE milk’edara binxeleqa xeta h’esinîye”: dîwana dewsgirtîîyê serekwezîr

Hine p’arê sînorda pey dak’ötana li t’opraxa CE-êr’a çapgerîya adrbêcanî bi e’ynat salixa derheqa dayîna sivdera bi t’opraxa Syûnîk’êye li Adrbêcanêda beladike.                                                                                    

Derheqa “sivdera Zangêzûrêda” 11-ê meha gölanê cara bi sirê isa jî sedrê Adrbêcanê e’lamkiribû, wekî sivder, wekî t’ine, wê veve- bi îzbatkirina, wekî “Xetê ûr’isaye h’esinî” milk’edarê xeta Ermenîstanêye h’esinîne, a lema Bek’û wê pirsê diha gelekî t’ev alîyê ûr’isa e’ne’nedike. E’lîêv isa jî gotibû, wekî dora pirsa “Sivdera Zangêzûrê” ser dereca  dewsgirtîyê serekwezîrê Adrbêcanê, Ermenîstanê û Ûr’isêtê k’oma xevatê pêþdestîya gavê gelekî cidî kirîye.

Çawa cava “Sîvîs.am”-ê- ij dîwana Mhêr Grîgoryanê k’efîlê dewsgirtîyê serekwezîrê CE e’lamkirin, wekî k’oma xevatêye bi e’lametîya 11-ê meha sala 2021-êye k’anûna paþin e’firî û nayê e’ne’nekirinê, e’ne’nekirin dora bêh’esarkirina p’evgirêdanê transportîêye neh’îêda mewcûd pêþda diçin.

Ij dîwana k’efîlê dewsgirtîyê serekwezîr isa jî e’lamdikin, wekî hevaltîya “Xetê ûr’isîye h’esinîye» xweyp’are girtî h’esavnave milk’edara xetê Ermenîstanêye h’esinî: CE h’esavdive milk’edara binxeleqa xeta h’esinî. Em bidine k’ivþê, wekî xeta Ermenîstanêye h’esinî bona serwêrîkirinê hatîye dayînê li hevaltîya “Xetê ûr’isaye h’esinîye” xweyp’are dadayî.

Bona pirsa me, k’a derheqa “sivdera Zangêzûrê”-êda çi semt’girîya alîyê ûr’isaye k’oma sêalîda wergirtî heye, ij dîwna dewsgirtîyê serekwezîr gotine, wekî ew semt’girîyê alîyê dine k’oma xevatêda wergirtî þirovenakin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button