Politics

Adrbêcan t’oparaxê okûpasîyabûyîda mezelê ermenî t’önedike: Piþtovanê CA-î HM

Gêg’am Stêp’anyanê piþtovanê CA-êyî HM belgê xweyî fêysbûk’îyêda paþda veger’yaye ser sîasîya vandalîzmêye t’opraxê okûpasîabûyîda hindava Adrbêcanêda berdewambûnê: mezelê ermenî t’önedivin û kevrê mezela bi meremê avakirina r’ê-dirba çawa madeya avakirinê têne xevtandinê.

“T’önekirina mezelê ermenî careke din e’ynat û bêqedirkirina serk’arî û civaka Adrbêcanêye sernasere nisbetî cime’ta ermenîya, bîranîn û bahê wêye e’firpandî t’eþhîrdike. Ev cûr’ê þöxölkirina wan seva me t’ezevantî nîne, em p’ir’ cara bûne þe’dê beyantîyê Adrbêcanê- miqabilî e’mrê cime’ta ermenîyayî t’opraxa Arsaxêda, milk’, baha û bîranîna t’arîxî hinartî. Meremê r’ewiþta Adrbêcanêye sûck’ar safîye: her îz û îzbatîke dayîna þe’detîya derheqa mewcûdîya ermenîaye p’irdewre t’opraxê okûpasîyabûyîda t’öneke.

Bi normê heqê merivdostîêyî ort’emiletîêyî e’detî tê têr’adîtinê, wekî alîyê miqabil gere qedir nisbetî mezela bidine k’ivþê, k’îjan bin qolê wanda dîharbûne, gere bi nîþanê cödakirinê mezel bêne cödakirinê û xweykirina wan ewlekin. Bi h’er’imandin û t’önekirina mezelê ermenî Adrbêcan bêqirar normê ne kö t’enê heqê e’detî dit’er’ibîne, lê isa jî heqê girtina qedrê nefsêyî r’ûmetê, þexsî û e’mrê malê.

Adrbêcanê gere mecbûrkin borcdarîyê xweye bi ort’emiletî qebûlkirî biqedîne, û wê pisrêda borcdarî û r’esûltîya t’eþkîletê ort’emiletîyê heye. Sûck’arrîyê hindava Adrbêcanêda mîaserbûyî û ê têne mîaserkirinê gere bêceza nemînin û civaka ort’emiletîyê vê yekê safî gere serwextve”, nivîsarêda tê gotinê

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button