PoliticsTop

Pirsqisa t’arîxnasê yûnanî bona “Ermenîhabêr.am”-ê: “Alt’bûna T’irkîaêye exlaqî û sîasîyê bêþik mezine”

106 salîya K’omköjîya ermenîyava girpnêdayî “Ermenîhabêr.am”-ê t’ev T’êodosîs Kîrîakîdîsê xevatçîyê membera zanîngeha Yûnanstanêyî Salonîkêye Arîstotêle pontosnasîyêyî  ö’lmî, doktorê ö’lmê t’arîxî qisekirîye.

Nav qisa t’ev me ew paþda veger’yaye ser ferztîya delîla naskirina K’omköjîya ermenîyaye ser dereca sedrê WAY, pêvajoya naskirina k’omköjîya yûnanîyê Pontosê. Fikirê xwe derheqa bergeha hevk’arîya t’ev t’eþkîlextê ermenî û sîasîya T’irkîaêye meþandîye agrêsîvda.

-Co Baydênê sedrê WAY gilîyê xweyî 24-ê meha nîsanêda K’omköjîya ermenîya naskir. T’exmîna te- ew e’lametîya Baydên ij goþê sîasîyê û hiqûqîyê çi wê bide?

-Nav t’arîxa bijartinê WAY-ye sedirtîyê berê jî pêþendamê sedir hebûne, ê kö soz dane, wekî delîva bijartinêda wê zölmk’arîyê çawa k’omköjî wê naskin. Lê pey sedir bijartinêr’a fikrê din seva wesifkirina wê dane xevatê. Bi e’sasî eva delîva pêþin nîne, çaxê sedrê WAY zölma jorgotî navdike k’omköjî. Sala 1981-ê R’onald R’êyganê sedir, bi xeverdana derheqa Holok’ostêda û bi paþdaveger’andina ser qir’kirinê binelîyê Qeyserîya osmanîêye ermenîye seranser dîsa fikira “k’omköjî” dabû xevatê.

E’lametîya baydênê sedir gelo deþta hiqûqîyêda dikare û wê bê xevtandinê?, ez nizanim, lê eva, hilbet, alt’indarîya sîasîêye ter’ikîye- bi me’na exlaqî, r’emzî. Û ez bawerdikim, wekî evê pêvajoya naskirinê diha hêsake- welatê dinê bi pêþdadayîna berva naskirinê.​​​​​Ez difikirim, hindava sedrê vê gavêda delîla xevtandina fikira “k’omköjî” idît xweber derheqa wê yekêda þe’detîyê dide, wekî WAY nisbetî wê pirsgirêkê berk’ k’êfbûye. Xewlekirina T’irkîayê, pirsgirêkê eleqetê WAY-T’irkîyada mewcûde döalî  derecebûn, ez difikrim, wekî ev dem zû dereng wê bihata, çimkî bi h’esavê çawa t’arîxî, isa jî sîasîyê pêr’a gihîþtibû. Alt’bûna T’irkîaêye exlaqî û sîasîyê bêþik mezine.

-T’ev komköjîya ermexnîya Qeyserîya osmanîêda t’önekirina cime’tê dine xaçp’arêze seranse qewimîye, nav wê hejmarê- k’omköjîya  yûnanîyê Pontosê. Lê r’ojeva naskirina eva xilazîêye ort’emiletîyê qey tê bêjî t’ine. Çima?

-Delîle, wekî e’ne’nekirinê dora vê pirsê û de’wa naskirina k’omköjîêye ort’emiletîyê serîbinî t’arîxa wane çend sala heye.  Zerîfeke ferz, wekî gere neyê nedîtinê, ewe, wekî wexta k’omköjîyê pontosîya p’ir’anîya ö’limdar û merivê xweye xwendî indakirin.

Wana dikarbû gilîkira û  travma k’omköjîyê t’ehwîlî nislakira. Lê p’ir’anîya wan hindava cont’irka û k’emalîyada hatne meh’kûmikirinê û t’esmîlî îdamkirinê bûye.  Lo hila- nisila maciraye e’wil û döda bi tênivîsarat’arîxê mijûlnedibû- pêþtirî gele hindik delîva, çimkî ew mebûrbûn þertê ze’f giranda seva  mayînê þer’k’arîyê bikin, k’îjanava Yûnanstan wan dehesalîya derbazdibû.

H’etanî macirê  pontosî wê pêr’a bigîhandana ij k’omköjîyê û travma macirtîyê bihatana dasekinandinê, ew h’alê ne kêm çetin û giranda dîharbûn. Pêgirtina þer’ê h’emdinîaêyî döda, okûpasîa almanî, mirina ij xelayê, lê diha dereng- þer’ê salê 1946-1949-ayî bajar’vanîyê, civaka yûnanî k’ese p’îrep’îreyîkirin. Alîyê dinêva t’ezenekirina bîranînê  berêye travmatîk  isa jî bijartina sîasîyêbû. Salê 1950-î endamtîya herdö welataye (Yûnanstanê û Tirkîayê) li NATO-ê,  seva sîasîya miqabilî anîna pirsa Qibrisê, bîranîna maciraye li  r’ojevê warê k’omekê e’firandinê Þertê þer’ê sarda ij goþê k’ara sîasîyê ser xweykirina eleqetê xêrxwezîêye navbera herdö welatada gerew dihate danînê. Axirsongî, Yûnanstanêda erêkirina zalimtîyê (salê 1967-1974-a) seva lêk’olînkirina k’omköjîyê cî nehiþt.

-Lêk’olînkirina k’omköjîya yûnanîyê Pontosê k’engê destpêbûye?

-Lêkolînkirina yûnanîyê Pontosê bi e’sasî her t’enê xilazîya salê 1980-î destpêbû- bi mijûlkirina qeleça merk’ezîyê e’ne’nekirinê îzger’îyê û civakîda. Ew, bêþik, bi destpêbûna ferzkirina bîranîna qelfê civakîva girêdayîbû. Lo hila- sala 1974-a  qelsbûna zalimtîyê lazmaya  hatina bihîstina civakê û t’emamîya bajar’vanê wê pêþda anî. Salê 1980-îda destpêkirî civaka bajar’vanîyê bi cûr’ê dînamîk destpêkir pêþda her’e. H’alê  pontîyada ew  h’alê t’eze bi bûma e’frandina asosîasîya dîharbû, k’îjan salê 1980-îda û xazma sale 1990-îda t’exmîndive.

Belakirinê bîrnivîsar û þe’detîyê derheqa k’omköjîya yûnanîyê Pontosêda berebere zêdedibûn. Axirîya mobîlîzasîya merivê wê nisilê û t’eþkîletada þêwirxana Yûnanstanê sala 1994-a qirar qebûlkir, bi k’îjanê 19-ê meha gölanê (sala 1919-a) e’lamkir r’oja bîranîna yûnanîyê Pontosê. Lê sala 1998-a qanûna heman seva yûnanîyê Asîa Ç’ûk qebûlbû û  14-ê meha îlonê jî (sala 1922-a) e’lambû r’oja bîranîna yûnanîyê Asîa Ç’ûk. Hangava pey wê yekr’a yûnanîyê Maciratê destipêkirin qewata xwe bicivînin û bikne ser þöxölvanê wan welataye sîasîyê, k’îderê ew jîbûn. Bi wî cûr’eyî hindava WAY û hine wîlayet’ê Avstralîayê û welatê dinda ew döristîya t’arîxî naskirin stend.

-Lê pirsa pêvajoya naskirinêda hûn gihîþtine destanîna?

-Lazime bidine k’ivþê, wekî seva k’omköjîya yûnanîyê Pontosê hindava asosîasîya K’omköjînasaye ort’emiletîyêda meha sala 2007-aye k’anûna pêþin naskirina wê bû helana berbiç’e’v. Lo hila- t’ev k’ûrkirina îzgr’îyê t’arîxî, çaxê bû ya serwextbûnê,  wekî yûnanî jî t’esmîlî k’omköjîyê bûne: hindava e’ynî zölmk’arada t’esmîlbûne, ê kö isa jî K’omköjîya ermenîya mîaserkirine, isa jî welat zêdebûn, k’îjana k’omköjîya yûnanîyê Pontosê naskirîye. Pirsgirêk ewe, wekî yûnanî bêy alîk’arîya dewleta xwe e’meldikin, k’îjan p’evçûnê t’ev welatê cînar naxweze. Lo hila- pontosîya meqamta ölmî yan sîasîyê seva mijûlbûna her t’enê bi wê pirsê nee’firandîye. Ew dicêr’bînin bi yektîyê xweye medenyetî û bêy zanebûnê angor lobbîngê mîaserkin. Ew delîl, wekî sê neh’îyê Qeyserîya Osmanîêye baþqe-biaþqeda- Pontosêda, Asîa Ç’ûkda û T’rakîya R’ohlatêda k’omköjîya yûnanîya zemanê baþqe-baþqeda mîaserbûye, pirsê diha çetindike.

R’astîgele nîne, wekî membera zanîngehêye t’ek t’enêye seva lêk’olînkirina t’arîx û medenyeta yûnanîyê Pontosê e’firî bi fînanskirina ne kö dewletê, lê þexsî hatîye e’frandinê. Dehesalîya xilazîyêda, divek, zemanê diha nêzîkda hine meqamat, t’eþkîlet hatne e’franêdinê, meremê k’îjana heye komköjîya yûnanîyê Pontosê lêkolînkin yan k’omekê bidine naskirina wê k’omköjîyê, lê ew jî pêþdestîyê þexsîne- bi jêhatina fînansîêye sînorkirî.

-Navbera Yûnanstanê û T’irkîaêda e’ynata sîasîyê heye, carna isa jî qezîya p’evçûna e’skerîyê dîhardive,  temê dora Qibrisê hila hê netemirîye, tö çi difikirî, pirsa  k’omköjîya yûnanîyê Pontosê dikare bi cûr’ê diha binxetbûyî bê anînê li r’ojevê?

-Ez difikirim, wekî pey her k’omköjîkêr’a pey​derecê dîharbûyîr’a hevdöserwextbûgn, levhatin, naskirina sûck’arîya û seva nisilê paþwextîyê e’frandinaware e’dilî gere bên. Hilbet, ew hêsa nîne, û pêþertê wêyî h’îmlî qebûlkirina sûc û göneye. Meriv gere de’wê bikikn k’omköjîya xweye jîyî naskin- bêy hesavhilldana derecê sîasîyê, malhebûnîyê yan din.

Çimkî naskirin alî meriva dike travmayê xwe alt’kin, pêþtirî wê isa jî dive k’efaleta ntisilê pêþer’ojêåye e’dilî. Dêmek ez difikirim, wekî nenihêr’î t’emamîya gefxwerinê t’irkî, Yûnanstan þer’k’arîya xwe boy naskirina k’omköjîêye ort’emiletîîyê gere aktîvke. Pêþtirî wê, cêr’ibandina salê xilazîyê dide k’ivþê, wekî sîasîya hindava Yûnanstanêda neanîna vê pirsêye li r’ojevê û vî t’erefîda nee’frandina e’ynata zêde pêþdabirinê qet jî T’irkîa ij e’melê net’ê û agrêsîv paþda xweynekirîye. Bere’k’s- k’omköjnas ze’f baþ serwextdivin, wekî nasnekirina k’omköjîya qewimî seva hatina wek’ilandina wêye îht’îmal e’rd die’frîne.

-Vê pirsêda t’ev t’eþkîlet û xeleqê ermenî hûn çi bergehê divînin, k’îjan seva naskirina Komköjîya ermenîya þer’k’arîyê dikin?

-Saya lêk’olînkirin û madyê arxîvîêye van salêxilazîyê belabûyî qelfê ö’lmîye berfire serwextbûn, wekî berne’ma t’önekirina t’emamîya cime’xtê Qeyserîya osmanîêye xaçp’arêzva hinartî hebûye. Dêmek, delîla t’arîxî xweber dive berva ment’eqa t’omerî. Û ew ment’eqa hevk’arîya warê de’w, bi ort’emileetî naskirina k’omköjîya himberî binelîyê Qeyserîya osmanîêye xaçp’arêzîyê mîaserbûîye. Pêþtirî wê, yûnanî jî gihîþtine û cêr’ibandina hevk’arîryê p’eydakirine. Bi serwextbûna, wekî r’ewþa hevk’arîyêda ev þer’k’arî dikare encamê diha baþ têbinivîse, em bawerin, wekî pêþer’ojêda hevk’arî diha wê berfireve û ij goþê naskirinaort’emiletîyê encamê h’izkirî wê bide.

-Hûn pêþer’oja T’irkîayê çawa divînin? Dilqqedandina neh’îêye vê gavê û kûrs a e’skerîyêsîasîêye bijartî T’irkîayê dlikare bigihîne k’ö?

-T’irkîa, heyf, bi r’iya ne dêmokratîyê çû- bi sînorkirina dengê dêmokratîyayê höndör’ê T’irkîaêda. R’iya sîasîêye T’irkîaêye nav dîwannasîya ort’emiletîêye salê xilazîyê bijartî t’ev h’alê malhebûnêyî giran seva pêþer’oja wî welatî sozê baþ pêþk’ivþnakin. T’inebûna medenyeta dêmokratîyê, ez difikrim, ij pirsgirêkê malhebûnîyê diha ferze, k’îjanê gele t’irkê pêþver’û mecbûrkir ij welêt k’oçkin.

Boran gere bi serwextbûna pirsgirêkê hevr’êve, k’îjanr’ewþa T’irkîaêda qey tê bêjî t’ine. Lê ew delîl, wekî T’irkîa ij barê k’omköjîyê hila hê azanebûye, cavdayîna xwe qebûlnekirîye, k’îjanê wê alî wê bikira r’iya t’eze, e’dilî û e’frandarda pêþda biçûya, derheqa wê yekêda þe’detîyê dide, wekî, h’eyf, dereca pirsgirêkê derekeye t’ev der-cînarê çawa höndör’, isa jî der heyî dîsa wê bidûmînin mewcûdvin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button