PoliticsTop

Pirsqisa Hayko Bag’datîyê ermenîyê Polsêye seva “Ermenîhaber.am-ê” (p’ara 1-ê) K’omköjîya ermenîya

Hayko Bag’datîyê fikirdar, r’ojne’mevan, nivîsk’ar û ger’bêjê navdar Ermenîstanêdaye.

​Bi me’nyê sîasîyê peyk’etinê cezayê ew mecbûrkirin t’erka T’irkîa misk’enê xwe bide û  jîyînê Almanîyaêda erêke. Peyk’etin û gefxwerinê nisbetî wî sewtkirinê T’irkîaêda sala 2016-a idî xeysetê bêh’ed bi qezîya stendibûn.

Hayko Bag’dat, çawa fikirdar, bi þer’k’arîya xweye cöle’t e’yane- qebûlkirina k’omköjîyê, dêmokratîyayê, azaya gilî û p’arastina heqê mêrive h’îmlî.

Pirsqisêda, k’îjan daye “Ermenîhabêr.am”-ê, ew derheqa qewmandinê van sale xilazîyê e’mrê wîda bûyîda gilîdike, paþda vedger’e ser h’alê sîasîêyî T’irkîaêda mewcûd, pêvajoya naskirina k’omköjîya ermenîmya û dora van pirsgirêka nezer  û nêzîkbûnaê xwe t’emsîldike.

Vê p’ara pirsqisêda em t’emaþekirinê Bag’datîye bi t’êma K’omköjîya ermenîya t’emsîldikin.

-Ij sala 2016-a hûn Almanîaêda dijîn.  Çaxê hûn Stembolêdabûn, 24-ê meha nîsanê idî t’edbîrê bîranîna K’omköjîya ermenîya dihatne derbazkirinê.  Nav vî we’deyî T’irkîaêda çi hatîye göhastinê?

-E’wil ij nezera ermenîya. Me T’irkîaêda we’dekîdirêj bi h’esavê  k’etina li r’ûyê K’omköjîya ermenîyapirsa  pêkanîna fikira civakîda gavê ferz û k’ivþ kirine. Xazma pey köþtina Hrant Dînk’, köþtina Sêvak Balik’çir’a me karibû em göhdarîya civakê ser t’êmayê ermenî û ser derdayînê me merk’ezkin. Yanî- T’irkîaêda dora Hrant Dînk’, neþirxana “Akosê”, “Aras”-ê civyayî, vê gavê kesê boy dêmokratîyayê þer’k’arîkirinê ij goþê dêmokratîyê ew herek’eta hereferz pêþda  birin. Lê mesele  pêþdestîya “Em bexþandinê hîvîdikin” dikarin bi h’esavê k’etina li r’ûyê K’omköjîya ermenîya nav t’emamîya t’arîxa T’irkîa cimhöryetîyê h’esavkin pêþdaçûyîna heremezine tênivîsî.

Qirara derheqa derbazkirina t’edbîra bîranîna K’omköjîyêye ger’a Stembolêye merk’ezîêye T’ak’sîmêda wexta civatekê hatbû derxistinê, wexta k’îjanê ez jî hazirbûm. Pêþdanînê min jî wê qirarêda cî dîtin. Bidine ber h’esava isa jî hevaltîya dûrdîtinoka çîna hatbû t’edbîra bîranîna K’omköjîya ermenîyaye cara pêþin t’eþkîlbûnê þiroveke. Lê bi h’esavê bîranîna ç’îr’oka “Alîsa dinîya e’cêvada”, pirsa k’örda û pirsgirêkê e’lewîya nêzîkbûneke din bijartî, T’irkîa pêþdestîya pêvajoya e’dlayê kirî niþkêva carekêva paþda veger’ya, dest çi me pêþdaçûyîn û destanînê warêp’ir’hejmarda idî tênivîsî indakirin.

Gere bidine k’ivþê, wekî pirsa ermenî, pirsa k’örda, dêmokratîyayêva girêdayî dora t’emamîya pirsa van 5 salê xilazîyêda Tirkîaêda þer’k’arîya ze’f h’iþk pêþda diçe. R’êjîma Erdog’an wergöhêzî mêxanîzma merivköjîyê, mêxanîzma zordestîya bûye û ev r’êjîm r’êke isada pêþda diçe, ij k’îderê idî paþdahatin t’ine. Yanî- yan wê li serê dîwanê bimîne, yan- wê h’esav bide, wê t’esmîlî cavdayînêve. R’êke din t’ine. Bi sûck’arîyê xweye kirî bi dayîna ziyanê li cime’ta xwe, bi dayînap ziyanê t’emamîya cime’tê neh’îyê- T’irkîa wergöhêzî þênîke krîmînal bûye, li k’ö t’ö normeke hiqûqîyê e’melnake. H’erke yek bipirse hûn her’ne T’irkîayê, çi dikare bê serê we?, cava kesîye vê pirsêye hiqûqîyê t’ine. Ew welat wergöhêzî ösûla seranser sîasîbûyî, xizzmetkirina k’’ara r’êjîma merivekî bûye.

Lê h’erke ew gihîþtine wê niqitkê, dêmek em jî vî we’deyîda destê xwe t’ewarkirî r’ûneniþtine. T’irkîaêda seva r’êjîma Erdog’an îro astengeke heremezin jî herek’eta meye. Vê demê 15% alîk’arîya “Firqa cime’taye  dêmokaratîyê”-ye r’ikeber heye. Nav t’arîxê tiþtê heman hila hê nebûye. T’ö wexta em ewqasî qewat nînbûne. Ij goþê þer’k’arîya seva dêmokratîyayê T’irkîaêda pêþdabirinê ez divêjim. A lema ev þer’ ze’f sincirîye û seva herdö alîya wergöhêzî þer’k’arîya idî mirin û mayînê bûye.

Cava pirsa T’irkîaêda çi hatîye göhastinê?, wê cava sosretîve, çimkî T’irkîaêda t’ö normeke hiqûqîyê, e’dalet, prokûror, polîsîa, t’omerî hildayî dewlet t’ine. Her t’enê r’êjîm heye, k’îjan xwe dispêre nazîya. Qirara aza berdan-bernedana Osman K’avala, qirara aza berdan-bernedana Sêlahat’tîn Dêmîrt’aþ, meþa þöxölê meh’kemêye köþtinava girêdayî, qirarê bi þöxölê Hrant Dînk’ derxistinê her û her t’enê angorî k’ara vê r’êjîmê, angorî k’ara merivekî têne derxistinê.

Sala 2021-ê h’alê heman heve k’ese e’ybe, yanî- r’êjîmeke dinîyaêye heree’yblûye. Lê çawa Çêt’în Alt’an divêje, nelazime h’emû tiþtî r’eþ bivînin.  Miqabilî vî h’emûþkî r’ikeberê t’eþkîlbûyî didûmînin þer’k’arîyê bikin. Welatê wanî e’firandî welatekî  sawk’êþîêyeye, lê bere’k’s wê yekê- seva hebûna welatê diha baþ t’or’a þer’vana mirazxwezaye ter’ikî jî heye.

-Hindava sedrê WAY-da naskirina Kxomköjîya ermenîya dikare bigihînje çi pêþdaçûyînê t’eze? T’exmîna te- dikarin ç’e’vnihêr’î çivin?

-Çawa hûn zanin, ez jî hevalk’arê weme. We’dekî kin pêþda ÿfîra “Art’ TV”-êda min Cêm  Ozdêmîr û T’anêr’Ak’çam mêvanqebûlkiribûn. Ew, wekî welatê baþqe-baþqe niha K’omköjîya ermenîya nasdikin, bi fikirekê hêrsa me giþta r’adke, isa nîne? Yanî, 106 sal derbazbûne… hûn 106 sala þönda nasdikin?. Em t’emam jî serwextdivin, wekî vira lîstikê sîasîêye herebaþqe-baþqe hene.

Pêþtirî wê, wekî WAY K’omköjîyê nasdike yan wekî benka WAY-ye merk’ezîyê Erdog’an gönek’ar e’lamdike, ew idî pêvajoke dine, ne kö delîva welatê dinda. Yanî WAY-da idî îht’îmal dive þöxölê meh’kemê, pirsê ewlenivîsarê pêþda bik’þînin. …Û T’irkîa h’erke wê yekê qebûlneke, ew ij t’or’a ort’emiletîyê dikare bê deravîtinê. Lê ewê bive yan neve- sîasîya WAY, eleqetê WAY-T’irkîyayva girêdayîye.

Hindava Almanîaêda naskirina K’omköjîya ermenîyajî himberî welatê din berbiç’e’ve, çimkî Almanîyayê bi wê naskirinê isa jî h’emgönek’arîya xwe qebûlkir. Ew ya e’ynîye wekî ez û tö t’evayî sûc bikin, we’dekî þönda ez bêjim- me ew sûckû’arî kirîye. Ew diha ze’fe, ne kö h’erke þe’dek derheqa wê yekêda gilîke. A lema jî naskirina Almanîayê û WAY gere diha cidî  qîmetkin. Ez difikirim- hindava T’irkîaêda înk’arkirina K’omköjîya ermenîya diha giranbiha wê r’ûnê, ne kö h’erke naskira. Serwextbûna wê ze’f ferze.

Mesele- ez Almanîyayêda dimînim. Welat k’îjanî K’omköjîya ermenîya naskirîye, r’ûk’etîye. Çima naskirîye?: bona wê yekê, wekî ew merivne dilr’e’min? Seva wê yekê, wekî dane der. Yanî, tiþtê wa r’ezedilî qebûlnakin. Ev t’emam ne kö saya cefê merivê dilr’e’me, lê- saya t’esmîlkirina r’êjîmê e’meldaye li alt’bûnê.

Lê awa T’irkîaêda, çawa hûn divînin, r’êjîma cont’irka alt’nebûye. Îdêologîya k’omköjîyê alt’nnebûye, h’ökömet hila hê destê wandaye. Dêmek, r’ewþa vê r’êjîmêda derheqa heqê mêriv, dêmokratîyayê û k’omköjîyêda em her t’enê wî çaxî dikarin xeverdin, çaxê em alîk’arê r’êjîmê alt’kin. Lê emê wê yekê çawa bikin?, bi îdêalîstê mînanî Ÿk’rêm Îmamog’lû, Mansûr Yavaþ?, nizam, ez nafikirim.

Lê seva min çawa ermenî- seva min me’na r’ûk’etina T’irkîyayêye t’ev K’omköjîya ermenîyaye ze’f mezin heye. Lê çawa min t’imê gotîye hevalê xweye T’irkîayê, ew diha gelekî ne kö min, lê hima wanr’a lazime. Ne axir em ne ê r’ûk’etinêne?, em ze’f baþ zanin, k’a çi qewimîye. Ew nikarin bivînin, wekî pey ermenîyar’a ewê bivne qörbana fikirmîþbûna t’irkîye aza û cayîz h’esavkirina qir’êye bi sirê. Dîna xwe bidinê- k’örda ew yek t’exmînnekiribû, niha idî divînin. Ÿlê dînî jî niha idî wê yekê divînin. Ya pêk’enînêye, wekî midîrê p’ar, serwêrtîyê ce’sûsîyêye berê niha idî t’esmîlî zordestîya û zêrandina divin.

A lema  ez divêjim, wekî r’ûk’etin sirîya pêþin hima seva t’irka wê baþve. Ne kö seva me, lê seva wan wê baþve. Mînanî meriva wê bijîn. Her civakek, her kes, way an cûr’ekî din ij merivköja gere dûrbûna berç’e’v xweyke. Hima boy zar’ê xwe. Dêmek, ij  vî goþeyî- vî cûr’ê fikirmîþbûnê, alt’bûna vê îdêologîya merivköj û t’alnçî seva T’irkîaê jî wê erênîve, hilblet, nisila diha aza, diha dêmokrat, diha bextewar wê heve. Dêmek ya ment’eqî bijartina sîasîya r’iya k’etina li r’ûyê derd, ders hildanê û e’dlayêye.

Em wê r’êdane, lê wexta þîretkirina e’dlayê me sêbelg h’emêzkirî gavnekirîye, me seva vî meremî giranbiha edakirîye. Hevalê min hatne köþtinê. K’î bizanve- dikarin me jî biköjin. Þer’k’arîya vê e’dlayê, p’arastina e’dlayê þöxölê ze’f töriþkirinêye. Ze’f hêsaye t’erefdarê þêr’vin, çetine t’erefdarê e’dlayêvin.

T’irkîaêda hilbet xet, e’detê þer’arîya seva e’ddayê hene. Ez hîvîdarim- isa jî wê berdewemve. Û seva me giþta ew þek’arî wê ferz û k’ivþve. Û ez hîvîdarvim- seva me jî wê baþve, seva wan jî û axirsongî emê bi h’esavê pirsa K’omköjîyê h’evekî r’eh’etvin. Çimkî K’omköjîya ermenîya her t’enê qir’ nîne: dest wê nisil seqet divin.

Îro ij K’omköjîyê 106 sal derbazbûne, lê T’irkîaêda çawa t’irk, isa jî k’örd û ermenî didûmînin t’esîra wêye neyênî ser xwe t’exmînin.

Îro t’arîxa Cmhöryeta T’irkîaê dikarin bêjin sirîya herebeyanî pêþda diçe. Em ij meremê xilazîyê, hilbet, ze’f dûrin, lê meremê meyî xilazîyê e’dlayîye, yanî- r’ûhevdök’etin, dêmokratîya, heqê mêriv, biratîya t’ev welatê cînar. Û emê t’erka wî meremî nedin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Ьса жи сахтикьн
Close
Back to top button