PoliticsTop

Navbera CE û T’Û-êda bîrne’ma pirsê ewlekirina bêqezîabûna bîologîêye navbera h’ökömetada hatîye qolkirinê

Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê- dereqa vê yekêda Ara Ayvazyanê k’efîlê wezîrê CE-êyî K’D wexta qisa çapgerîêye t’evayîye çapgerîyê Sêrgêy Lavrovê wezîrê T’Û-êyî K’D got.

“Me îro bîrne’ma navbera h’ökömetadaye derheqa pirsê ewlekirina bêqezîabûna bîologîêda qolkirîye. Bi mîaserkirina wê merem hatîye danînê cefê  qinyatî nav pêþdabirina vê hevk’arîya bi t’êma  zerîf û bûyîana diha  h’emzemanî r’ik’inkin. Ewê k’omekê bide em t’opraxa xweye bêqezîabûna bîologîêye t’omerî qewînkin”,- Lavrov da k’ivþê. Wezîrê T’Û-êyî K’D serda zêdekir, wekî ev pirsa h’emzemanî isa jî dik’ê p’ir’alîda – nav wê hejmarê- T’ÞBT û T’DS,   wê bê pêþdabirinê.

Sêrgêy Lavrov bi serdana dör’ojê li R’ewanê qesidîye.

6-ê meha gölanê ew r’astî Nîkol P’aþînyanê k’efîlê serekwezîrê CE hatîye.

Marîa Zaxarova zarbêja wezareta Ûr’isêtêye K’D e’lamkirîye, wekî wexta r’asthatina goveka pirsaye fire hatîye e’ne’nekirinê, k’îjan hevk’arîya döalî û neh’îyêva têne girêdanê, lê isa jî hevk’arî dik’ê ort’emiletîyêda. Zaxarovayê salix daye, wekî e’mirda mîaserkirina p’evk’etinê bi pirsa QÇ’-ye navbera serk’arê Ermenîstanê, Ûr’isêtê û Adrbêcanêda 9-ê meha sala 2020-îye çirîya paþin û 11-ê meha sala 2021-êye k’anûna paþin p’eydakirî wê t’êma hevr’axeverdanadaye e’wilve.

Sêrgêy Lavrovê wezîrê T’Û-êyî K’D 9-10-ê meha gölanê bi serdana xevatê wê Bek’ûyêdave.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button