PoliticsTop

T’irkê nivîsk’ar: Mletçîtîya meye beyanî wê neyê hilanînê: h’etanî em r’û K’omköjîya ermenîya nek’etine

Berî 106-salîya K’omköjîya ermenîya “Ermenîhaber.am”-ê t’ev Mûrat’ Ûyûrk’ûlak’ê nivîsk’ar û t’ercmeçîyê t’irk qisekirîye.

Xwendevanê ermenî saya berevoka miqalê p’êþk’êþî bîranîna Hrant Dînk’ kirî wê bikarve nasîya xwe bide wî, k’îjan bi zimanê ermenî hatîye t’ercmekirinê û zûtirekê Ermenîstanêda wê neþirve.

Miqala k’itêvêda cîgirtîda mêrxasê (ê kö sifetê döriste) Ûyûrk’ûlak’ cahilitîyêda gilîdike, wekî ermenîya t’irk “kirine boçka û xûn fir’kirîye”, lê salê kaltîyê destpêdike derheqa zölmk’arîyê t’irkada serhatîyê din gilîke.

“Û awa, kalkê H’emze ÿp’êce kalbû. Û çaxê p’êyî dinîya kêmaqilîêye e’dilî û nesafî kir, serhatîya wî hêdî-hêdî destpêkir bê göhastinê… û serhatî idî bi e’ynî pirsê destpêdikir: “Hûn zanin, k’a navê ç’emê “K’izilirmak’ çima k’izil irmak’ (ç’emê sor)-?”. Û  hangava jî cavê dide: “Çimkî bi xûna ermenîya t’ijebibû”. Me deh meriv hevva girêdidan, wekî  em fiþeka badilhewa xercnekin, bi fiþekekê me lêdxist, û t’emam davîtne  ç’êm…”.

-Naskirin û t’enqîdkirina K’omköjîya ermenîya çi wê bide civaka t’irka û seva paþwextîyê çi me’na wêye ferz dikare heve?

-K’omköjîya ermenîya ij wan waraye, k’îderê menikarbûye em h’esîna xweye e’ynatê,  xiravîyê, h’eyfhildanê alt’kin. Û divek- ya hereferz. Miletçîtîya beyanîye binelîyê  T’irkîayê p’êç’ayî nikare bê hilanînê, h’etanî r’ûk’etina t’ev wê sûck’arîyaê t’arîxîye mezin neqewimîye.

H’erke em dixwezin dewleta þaristanî, h’alxweþ, dêmokrat avakin, dêmek e’seyî em gere r’û K’omköjîya ermenîyak’evin. Ew pirs gere me h’eyecanke, k’a çima ij sala 1915-a ij weke 2 mîlîon miletê ermenî 10 sala þönda h’etta nav neman. Ew h’eyecanbûn ew xeleke, k’îjan dikare me t’ev mervayê û merivtayê girêde.

-Pey sedrê WAY hilbijartina Baydênr’a h’etanî îro ew r’astî Erdog’an nehatîye û qisa bi t’êlê neqewimîye. Tö  çi difikirî?, vê sirîya eleqetê t’irk-ermenîye vê gavêye sertbûyîda Baydênê gilîyê xweda xevera “k’omköjî” bide xevatê?

-Ez nafikirim, wekî pêþbijartinê Baydên yan her lîdêrekî r’oavaêye sîasîyê, dikarin ê ze’f bêgönevin. Lê her naskirineke K’omköjîya ermenîyava girêdayî, qebûlkirin yan bangîna T’irkîaêva hinartîye naskirinê, qebûlkirinê û r’ûk’etinê her qirareke wergirtina bangînê ez erênî qîmetdikim.

-Gelo T’irkîaêda qewatê sîasîyê hene, k’îjan h’erke bêne li h’ökömetê, dêmek  wê mêlbikin k’omköjîyê naskin, lê ne kö înk’arkin.

-Bi vî h’esavî “Firqa T’irkîaêye xevatk’arîy​ê” ÿp’êce r’ê qedandîye, endamê k’îjanê ezim, lê isa jî- “Firqa cime’taye dêmokratîyê”, wekî ez berê endamê wêbûm.

-Hana firqa “Heqî û pêþdaçûyîn”-e h’ökömkirinêda, sîasîya r’asîstîyê, t’exmîna te, wê milahîmve yan wê k’ûrve.

-Ez nafikirim, wekî hindava firqa “Heqî û pêþdaçûyîn”-e h’ökömkirinêda dikare eleqetê  îsaf û silamet avave.

Ez nafikirim, wekî ew h’ökömeta wêye nek’ardar dikare tiþtekî baþ yan k’arê cime’tê Txirkîaêr’a biîne. Her qirareke bat’mîþkirinêye hindava vê hökömetêda dikare bêy girtina ç’e’v bê qebûlkirinê: ev derge-dîwan bêr’öh’,  nexwendî û zalimin.

-Hûn pêþer’ojda çi cûr’eyî eleqetê Ermenîstan-T’irkîada (cime’ta ermenî-cime’ta t’irk) divînin?

-Ez baþ dîna xwe didime vê pirsê. Pirsgirêka t’ö miletekî dinîayê t’ev miletekî din t’ine. Xazma ew milet, xörek, r’eqas, k’ilam, ç’e’v-birûyê hev ewqasî mînanî hevbn, seva levhatina wan qe astengek nikare heve.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button