PoliticsTop

Serk’arê wezareta Arsaxêye K’D: Civaka ort’emiletîyê gere t’ev pirsgirêka hêsîrê ermenîye Adrbêcanêdave

Civaka ort’emiletîyê gere t’ev pirsgirêka hêsîrê ermenîye Adrbêcanêdave. Derheqa vê yekêda Davît’ Babayanê wezîrê Arsaxêyî K’D nav qisa t’ev r’ojne’mvana gotîye.

“Lazime t’emamîya derîya bik’ötin. Belê, salixê alîyê ermenî hene, lê t’evbûna civaka ort’emiletîyê lazime, monît’orîng lazime”,- wezîrê K’D e’lamkirîye- bi serdazêdekirina, wekî MST’ salixdayîna derheqa wê yekêda diwermînin, wekî Adrbêcan bi alvêra organa mijûldivje. “Bona zanebûna dörist civaka ort’emiletîyê gere t’evve. Pey þer’ê pêþinr’a, lê ez wê yekê bi qanebûna 100%-î divêjim, adrbêcanî hêsîr û dîlê ermenîya bi navê adrbêcanî têdinivîsin û kelada xweydikin. Civaka ort’emiletîyê bi monîtorîngê nikarbû wana e’ynîke.  Lê k’î zane?, divek  niha jî isaye? Lê delîle, wekî dîl dikarin diha ze’fvin, ne kö Adrbêcan divêje”,- wezîrê K’D gotîye. Bi þirovekirina cêr’ibandinê derge-dîwanê Adrbêcanêye tirsk’ar t’emsîlkirina hêsîrê e’skerîyê- Babayan sê tirsk’arê adrbêcanî anîne bîr, ê kö dak’ötabûne t’opraxa Arsaxê. “Yek hatbû t’önekirinê. Herdê dinêva girêdayî meh’kema vekirî, þefîv- bi t’evbûna wek’îlê t’eþkîletê ort’emiletîyê û mecalê salixdayînê hatbû derbazkirinê. Îzbatbibû, wekî ew tirsk’r û sûck’arin. Lê vira tiþtê heman t’ine”,- wezîr gotîye.                     

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button