
Anahît Avanêsyana wezîra CE-êye sag’lemîxweykirinê îht’îmal h’esavdike p’êwendkirina h’etanî 20%-ê binelîaye miqabilî koronavîrûsê ewlekin. Bi e’lamkirina “Armênprês”-ê- Avanêsyanê derheqa vê yekêda wexta pirs û cava endamê h’ökömetêye CM-êda got- bi dayîna cava pirsa Arkadî Xaçatryanê ij FLH-ê.
Wezîrê isa jî anî bîr: “Döhiva Ermenîstanêda destbi pêvajoya p’êwendkirinêye h’ecimfbire bûye. Hindava bajar’vanada t’evbûna aktîve li pêvajoya p’êwendkirinê bêh’ed ferze”.
Arkadî Xaçatryan t’exmînkir, wekî wezîrê carekê gotîye, wekî k’arê xwe dikin h’etanî xilazîya salê 600-700 h’ezar meriva p’êwendkin.
“Idî p’evk’etin hatîye destanînê ser dereca bilind mîlîonek doza p’êwend p’eydakin. Û pêþtirîî wê, bi h’esavhildana p’evk’etinê dinê jî- em îht’îmal h’esavdikin, wekî h’etanî xilazîya salê emê bikarvin dereca hindava minda destnîþankirî û pêvajoya p’êwendkirina h’etanî 20%-ê binelîya ewlekin”,- Avanêsyanê got.
Ewê da bawerkirinê, wekî her t’enê çend welat hene, wekî karibûne niha p’êwendkirina 30-40%-a ewlekin, p’ir’anîya welata dor-berê 1-15 selefadanin.