PoliticsTop

Deher’ojîya meha nîsanêye xilazîyêda serekwezîrê t’erkdayînê t’emsîlke

N. P’aþînyanê serîekwezîrê CE  e’lamkir, wekî k’arê xwe dike deher’ojîya meha nîsanêye xilazîyêda t’erkê bide, wekî 20-ê meha h’ezîranê bijartinê þêwirxanêye sirêder biqewimin. Derheqa vê yekêda P’aþînyan wexta pirsûcava t’ev h’ökömetêye CM-êda got.

“Ez k’arê xwex dikim deher’ojîya meha nîsanêye xilazîyêda t’erkê bidim, pey k’îjanêr’a seva xweykirina qeydemeþê layîq r’oja 7-a bijartinê serekwezîr wê bivin, ezê hindava qelfa “Gava min”-da pêþendamê serekwezîr bême pêþdak’iþandinê, çimkî pêkanînê Destûrê mecbûrdikin, wekî pêþendamê serekwezîr heve, qelfê dinê pêþendamê serekêwezîr wê pêþda nek’þînin, qelfa “Gava min” min   serekwezîr wê nejbêre. Cara döda ezê hindava 1/3-ya qelfêda pêþendamê serekwezîr bême pêþdak’iþandinê, dîsa pêþendamê serekwezîrî din wê neyê pêþdak’iþandinê, dîsa  serekwezîr wê neyê bijartinê, CM bi qewata heq wê h’esavve belabûyî, pey k’îjanêr’a 20-ê meha h’ezîranê bijartinê sirêder wê bêne k’ivþkirinê”,- serekwezîr got.

P’aþînyan da k’ivþê, wekî ew, ê kö wê bicêr’bînin ij p’evk’etinê sîasîêye ber cime’tê qebûlkirî  mêlvin, ewê bive xweköþtina sîasîyê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button