
Temîyê xevtandina p’êwenda “AstraZênêka”-êda hine göhastin bûne. Bona h’evskirina çetnayê îht’îmal ew isa jî Ermenîstanêda hatne h’esavhildanê. Derheqa vê yekêda nav qisa t’ev r’ojne’mevana Anahît Avanêsyana wezîra CE-êye sag’lemîxweykirinê got. Nav k’omê r’îskê seva kêmkirina r’îskê pêvajoya p’êwendkirinê diha baþe p’êwenda “Astra Zênêka”-ê van k’omê r’îskêda bidne xevatê:
-kesê 65 salî û bilind
-Xevatçîyê doxtirîyê- kesê 55 salî û bilind
-Nexweþê k’ronîk- kesê 55 salî û bilind
-Binelî û xevatçîyê merk’ezê xemxörîya sosîalîyê- kesê 55 salî û bilind.
Diha baþe p’êwenda Spûtnîk Vî nav van k’omê r’îskê bidne xevatê:
-Xevatçîyê doxtirîyê- kesê 18-54 salî
-Nexweþê k’ronîk- kesê 18-54 salî
-Binelî û xevatçîyê merk’ezê xemxörîya sosîalîyê- kesê 18-54 salî.
Bi gilîyê wezîrê- çaxê k’omqederê p’êwenda “Spûtnîk Vî”-ye t’eze p’eydavin, wê îht’îmalve bi vî dermanî isa jî merivê 65-î bilindtir p’êwendkin.
P’êwendkirinê “AstraZênêka”-ê R’ewanêda tê têr’adîtinê ij 13-ê meha nîsanê destpêkin, lê qezada- ij 14-ê meha nîsanê.
Çi dimîne seva p’êwendap “Spûtnîk Vî”-ê, vê gavê pêkanînê t’emesûka mîaserdivin, k’îjana tê têr’adîtinê h’etanî xilazîya h’evtê xilazkin.