PoliticsTop

Adrbêcan dicêr’bîne e’fûkirina paþdaveneger’andina hêsîra bivîne: Anna Nag’dalyan

Nag’dalyanê anîye bîr, wekî wexta t’emamîya miqabilîhevbûnê alîyê adrbêcanî h’emû cefa bi meremê t’er’ibandina mîaserkirina berne’mê bêleg’mkirinêye Ermenîstanê û Arsxêda r’ik’inkirîye.

Alîyê adrbêcanî dicêr’bîne seva paþdaveneger’andina hêsîrê ermenîye e’skerîyê û kesê bajar’vanîyêye dîlbirinêda h’îmê e’fûbûnê ewleke û r’ojeva xerîtê t’opraxê leg’mkirîye qelp pêþda dik’þîne.  Anna Nag’dalyana zarbêja wezareta CE-êye K’D-e çapgerîyê wa cav daye: gönek’arkirinê derge-dîwanê Adrbêcanê, wekî alîyêî ermenî xerîtê t’opraxê leg’mkirîye derbazî bin qolê Adrbêcanê bûyî nedaye.

Ewê anîye bîr, wekî derge-dîwanê adrbêcanî borchildanê xweye bi heqê ort’emiletîtêyî merivdostîyê û bi þertê 9-ê meha sala 2020-îye çirîa paþin hildayî bêqirar dit’er’bînin- hêsîrê ermenîye e’skerîyê û kesê bajar’vanîyêye nav dîlbirinê paþda veger’înne li wet’en.

“Çawa cava vê pirsêda isa jî fiþarê civaka ort’emiletîyê,  alîyê adrbêcanî dicêr’bîne seva xwe h’îmê  e’fûbûnê ewleke- bi pêþdak’iþandina r’ojeva xerîtê t’opraxê leg’mkirîye qelp. Isa jî ew delîl derheqa wê yekêda þe’detîyê dide, wekî hindava qölixçîyê adrbêcanîda bilindkirina wê pirsê bi  xeysetê her t’enê  cime’tîye”,- ewê gotîye

Nag’dalyanê anîye bîr, wekî wexta t’emamîya miqabilîhevbûnê  alîyê adrbêcanî ne kö t’enê bi pêþdanîna hevk’arîya bi pirsê bêleg’mkirinê pêþda nehatîye, lo hila- h’emû cefa bi meremê t’er’ibandina mîaserkirina berne’mê bêleg’mîkirinêye Ermenîstanê û Arsaxêda r’ikinkirîye.

“Bese bînne bîr, wekî sala 2016-a Adrbêcanê we’dedirêjkirina mandata dîwana T’BHA-êye R’ewanê qedexekirîye- bi meremê k’omeka seva berne’mê bêleg’mkirinê, k’îjanê jî gîhandîye Ermenîstanêda dadna r’esûltîya T’BHA-êye deþtî»,- ewê daye k’ivþê.

Nag’dalyanê li derge-dîwanê Adrbêcanê kirîye bangî h’evsa xwe praktîka hemane xalifandina civaka ort’emiletîyê bikin û gavê e’melî bikin- borcdarîyê bi e’lametîya 9-ê meha çirîa paþine sêlaî qebûlkirî û de’wê heqê hûmanîtarî ort’emiletîyê biqedînin, k’îjan aza berdan û  paþdaveger’andina t’emamîya hêsîra û kesê dîlgirtinêdaye li wet’en t’exmîndikin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button