Society

Abovyan careke dindikare bive merk’eza Ermenîstanêye senayêye gir

Þeherê Abovyanêda, ij p’ayt’ext ne dûr, ösûla senayê û malaye t’ezeye h’emzemanî govekê berne’ma  pêþdaçûyîna merzaye meh’kem- “Ermenîstanê avake”,wê bê avakirinê.

Derheqa wê yekêda xizmetik’arîya wezareta CE-êye ÿkonomîkayê e’lamkirîye- bi þe’deanînîna serdanaVahan K’êrobyanê wezîrê CE-êyî ÿkonomîkayê li beledîya Abovyanê, ê kö derheqa temê xweda t’ev Sêvak Arsrûnîyê ösûlçî, serwêrê hevaltîya “Hayp’rosp’êk’t’”-êye dadayîye xweyp’ar hevr’aqayîlne’me qolkirîye. Govekê r’izma qolkirina t’emesûkêda Arsrûnî salix daye, wekî seva mîaserkirina t’ivdîrê idî weke 6 mîlîon dolarê WAY hatne þandinê. H’etanî xilazîya salê çapa r’ik’inkirina tê têr’adîtinê bigihînne 30 mîlîonê dolara. Lê bahê berne’mêyî t’omerî, k’îjan hila hê sala pêþda têr’adîtîbû, dikare bigihîje h’etanî mîlîardek dolarê WAY.

Govekê mîaserkirina t’ivdîrêda tê têr’adîtinê îdarê bilinde têxnologîêye baþqe-baþqe, ösûllê mala, îdarê xwendinê avakin. H’etanî niha seva destpêbûna t’ivdîrê idî  weke 70 hêktar t’oprax hatîye destanînê. Ç’e’vnihêrîne, wekî binxeleqa goveka senayê xilazîya salê wê hazirve.

Bi gilîyê Arsrûnî- t’ivdîr sirîya mîaserkirinaye e’wildaye. Nayê e’lamkirinê, k’a k’î çawa r’ik’invan pêþda hatîye û îdarê çi cûr’eyî gere bêne çêkirinê.

Em bidine k’ivþê, wekî þeherê Abovyanê salê 70-yî hatîye çêkirinê çawa dorger’-þeherê p’ayt’e’xtê Ermenîstanêye senayê. Lê bi h’esavê îro ij îdarê “berê” qe yek vira idî naxevte. Xölese, temê e’frandarê t’ivdîrê heye mecalê þeherê senayêye we’dekî bidine dasekinandinê- bi mewcûdîya e’detê wêdaye senayê û kapîtala mervaêye bi wesif.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button