EconomicsTop

Stansîya Ermenîstanêye atomîêye diha k’ardar wê heve

ŸSEA-êda r’asthatina serk’arîya merh’elêye xevatê t’ev wek’îlê hevaltîya “R’ûsatom sêrvîs”-ê- bi serk’arîya Êvgênî Salkovê serwêrê sereke,  qewimîye. Isa jî komîtêa CE-êye serr’astkirina bêqezîabûna atomîyê û înstîtûta xevtandina ÿlêktrostansîayê Atomîêye ermenîye ö’lmîye îzger’îyê t’ev r’asthatinê bûne.

Alîya xevata h’emzemanîkirina merh’elêva hinartî þirovekirîye, k’îjanê wexta t’ezekirina Planîyê-e’þiratîyê bêne derbazkirinê. Merh’elê 141 r’oja bê r’awestinê, û govekê t’ezekirinêda t’edbîrê t’ezekirinê wê bêne derbazkirinê- qalberdana mêtalê bedena r’êaktora ŸSEA û h’emzemanîkirina ösûla hênikkirina goveka çapike bela. Pey xilazkirina t’emamîya xevata têr’adîtîr’a komîtêa CE-êye serr’astkirina bêqezîabûna atomîyê merh’elêda saxtîkirina wê derbazke û wê qirarê derxe h’etanî sala 2026-a derheqa dayîna lîsênzîya we’dedirêjkirina xevtandina ŸSEA-êda.

Goveka þertne’ma h’emzemanîkirinêda hevaltîya “R’ûsatom Sêrvîs”-ê t’eþkîlkirina xevatê mîaserdike, k’îjan p’ara binp’ara korporasîya “R’osatom”-êye dîwanîye ÿlêktroÿnêrgêtîkîêye.

“Îsal merh’elêda xevata h’emzemanîkirina ŸSA û bilindkirina bêqezîabûnêye xitimkirinê wê bê derbazkirinê. Ermenîstanê stansîya atomîêye diha k’ardar bistîne, lê bêqezîabûna wê wê nêzîkî çapnîþê h’emdinîyayêve. Pêþtirî wê, pey qalberdanêr’a wesfê bedena r’êaktorêye fîzîka-mêxanîkîyê wê bêne dasekinandinê, û wê îht’îmalve ŸSEA pey sala 2026-ar’a jî bidine xevatê.”,- Êvgênî Salkovê serwêrê hevaltîya “R’ûsatom sêrvîs”-êyî sereke gotîye.

Qalberdana r’êaktorê t’emamîya ŸSA-êda dikin, li k’ö we’dê xevtandina ÿnêrgobloka tê dirêjkirinê. Qalberdan ser r’êaktorê Ûr’isêtê, Ûkraînayê, Bilg’arîayê û Fînlandîaêye cûr’ê VVŸR-440 mîaserbûye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button