Politics

Sîasîya T’irkîayê seva ne kö t’enê welatê din, lê isa jî seva wê bi qezîaye

Sîasîya T’irkîayê R’ohlata Nêzîkda û Afrîka Þimalêda ne kö t’enê seva welatê din, lê isa jî seva wê bi qezîaye, K’adrî Cemîlê k’atvê firqa “H’emdê cime’tîyê”, r’êberê k’oma r’ikberê Sûrîaêye Moskovîyê h’emcivata p’êþk’êþî pirsgirêkê R’ohlata Nêzîk kirîye oda “Vadday”-êye ort’emiletîêye Moskvayêda derbazbûnêda fikir dîharkirîye.

Bi t’ehwîlkirina “Lênta.r’û”-ê, cöda gotî, ewî temê T’irkîayê  navkirîye ê berfirekirinê. Çawa mesela r’ewþta Ankaraêye agrêsîv- Cemîl zevtkirina neh’îyê Sûrîaêye þimalê û derdaçûyîna qewatê t’irkîye sîlih’bûîye li Lîbîayê anîye.

“Ew sîlih’a xwe hildibir’in û pêþda diçin. Ev e’mel welatê dinê mecbûrdikin xeta xweye sîasîyê lêbinihêr’in: em t’opraxa t’eze xetdikin, k’îjan h’emtêk’sta göhastinada dîhardive”,- wek’îlê r’ikeberê Sûrîayê daye k’ivþê.

Bi gotna wî, welatê R’ohlata Nêzîk, bere’k’s, gere seva alt’kirina encamê kolonîalîzmê, lê isa jî alt’kirina sîasîya xiringêlêye neh’îyêda hindava WAY-da mîaserbûnêye binqolkirinê bivne yek.

Sirîya xwewda Êvgênî R’oganê serwêrê merk’eza ûnîvêrsîtêta Ok’sfordêye k’olêca  Sênt Ÿnt’one R’ohlata Navîn fikir dîharkirîye, wekî welatê r’oavayê t’esîra xwe R’ohlata Nêzîkda indadikin û paþwextîyê dilqê wan neh’îêda wê yekêva wê girêdayîve, k’a çiqasî hazirin h’embelqîtka koronavîrûsê alt’kin.

Andrêy Baklanovê serk’arê p’ara mek’t’eva malhebûnnasîêye Hereblinde lêk’olînkirinê R’ohlata Nêzîk û Afrîka Þimalê jî gotîye, wekî Waþîngt’onêda vê gavê þirovekirina sîasîya derekeye t’enqîdkirinê pêþda diçe. “K’ivþî heye, encamanînê berç’e’v wê bêne kirinê. Wîlayet’ê Yekbûyî wê aktîvvin û, divek, diha k’ardar, ne kö nav van deh sala bûne”,- ewî gotîye.

30-ê meha adarê Moskvayêda h’emcivata oda “Valday”-êye ort’emiletîêye hersaleye dör’ojê vebûye- ya p’êþk’êþî pirsgirêkê neh’îya R’ohlata Nêzîk bûyî. 50 p’êþezanê ij 19 welata, nav hejmara k’îjanadanin Brîtanîa Mezin, Misir, Israîl, Îran, Libanan, ME’Y, Felestîn, Ûr’isêt, E’rebistana Saûdîyê, Sûrîya, WAY û T’irkîa, t’ev h’emcivatê divin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button