PoliticsTop

Serk’ara þanda ÞA-êye eleqetê t’ev Qafqaîya Ce’nûbê û gotarbêj li Adrbêcanê dikine bangî bêe’glekirin hêsîrê ermenî aza berdin

Marîna Kalyûranda serk’ara þanda þêwirxana Avropaêye eleqetê t’ev Qafqasîya Ce’nûbê, Andrêy Kovaçê gotarbêja bi pirsê Ermenîstanêyî h’îmlî û Jêlyana Zovkoya gotarbêja bi pirsa Adrbêcanêye h’îmlî bi bangîna t’evayî xîtavî Adrbêcanê bûne- bi de’wkirina bêe’glekirin t’emamîya ermenîya, ê kö wira têne xweykirinê, aza berdin.

“Em bi  gotinê p’ir’hejmare derheqa berbir’îbûna zalime nisbetî hêsîrê ermenîye Adrbêcanêda h’eyecanbûyîne, k’îjan, cöda gotî, gotara “hyûman r’ays woç”-êye xilazîyêda  delîlnivîsîne. Em li derge-dîwanê Adrbêcanê dikine bangî t’emamîya gönek’arkirinê heman silistîkin û gönek’ara gazî cavdarîyêkin. Lazime p’arastina heqê merivdostîêyî  ort’emiletîyê lap ewlekin û zêrandina, berbir’îbûna nöxsankirina r’ûmetê û dine nemerivayê qedexekin. Em bîntengdivin, wekî h’ökömeta Adrbêcanê mecala MHMA-îye ort’e neqedandîye, k’îjanê Adrbêcan mecbiûrdikir derheqaþertê  xweykirina kesê xweykirinê, h’alê sag’lemîya wan, lê isa jî mecalê seva paþdaveger’andina wan kirinêda salixdayînê bide. Em carekê jî li Adrbêcanê dikine bangî t’emamîya ermenîyê  girtî bêe’glekirin aza berde- angorîþertê hevraqayîlne’ma 9-ê meha sala 2020-îye çirîa paþine derheqha agirr’awestinêda”,- bi t’ehwîlkirina “Armênprêsê”-ê- e’lametîyêda hatîye gotinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button