SocietyTop

Bi dö t’ilîya dö avtomaþînê «Lada prîora” k’iþandîye- Davît’ Pêtrosyanê 5 salî r’êkorda 12-a lêxistîye

Davît’ ev r’êkorda xwe p’êþk’êþî bîranîna K’erem Siloyanê wexta þer’ê sala 2016-ayî çarr’ojê þeh’îdbûyî, e’slê xweda ÿzdî kirîye.

H’ewþa dêra þeherê Masîsêda 20-ê meha adarê Davît’ Pêtrosyanê 5 salî r’êkorda bi sirê- ya 12-a, lêxistîye. Kör’kê qewata zorr’a levhatîye bi dö t’ilîya dö avtomaþînê cûr’ê “Lada prîora” bik’þîne, giranîya k’îjanaye t’omerî 2400 kg-a derbaztirdive, lê bi t’ilîkê kör’ik avtomaþîna cûr’ê “Nîssan têana”-ye bi giranîya 1660 kg k’iþandîye. Yûra Pêtrosyanê bavê Davît’ nav qisa “Spûtnik Armênîayê” e’lamkir.

“Davît’ 4 salîêda destpêkirîye r’êkorda lêxe. Ze’f ç’ûkbû, çaxê em serwextbûn, wekî ew bêh’ed qewate. Par 28-ê meha adarê ewî r’êkorda xweye pêþin lêxist, niha- ya 12-a, k’îjanê em p’êþk’êþî bîranîna K’erem Siloyanê wexta þer’ê meha sala 2016-aye nîsanê þeh’îdbûyî, e’slê xweda ÿzdî  dikin”,- Yûra got.

Bav dide k’ivþê, wekî kör’ ij ê çaxê xwe ze’f cödadive. Ew t’emamîya r’oja xwe p’êþk’êþî werzandina dike, bi sportê mijûldive.

“Bi t’êlê, bi kompyûtêrê nalîze, derva h’iznake t’ev zar’a bilîze, dewsê dil û can h’erfa û r’eqema hîndive”,-  bav gilîdike.

Yûra dide k’ivþê, wekî ew îznê nade, wekî kör’ t’emamîya qewata xwe bide xevatê, nenihêr’î t’exmîndike, wekî Davît’ diha zêde dikare.

Em bidine k’ivþê, wekî navê Davît’ Pêtrosyan idî cara 12-a “Dyûsaznagîrk’”-êda hatîye nivîsarê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button