PoliticsTop

Kongrêsvanê WAY li Adrbêcanê kirine bangî hêsîrê ermenîya hangava aza berdin

Adam Þîf, Gas Bîlîrakîs, Frank P’alon, Dêyvîd Valado û Cêk’î Sp’îrê h’emsedrê encomana sera WAY-e Wek’îlaye pirsê ermenî 16-ê meha adarê qirar t’emsîlkirîye, k’îjan li Adrbêcanê dike bangî​hangava t’emamîya hêsîrê e’skerîyê û kesê bajar’vanîyê, ê köwexta þer’ê sala 2020-îye QÇ-da hêsîrbirî aza berde. 31 endamê sera Wek’îla alîk’arîya xwe e’lamî qirarê kirîye.

Bi t’ehwîlkirina “Armênprês”-ê, qirarêda k’ivþdive, wekî 9-ê meha çirîa paþin bi e’lametîya Ermenîstanê, Ûr’isêtê û Adrbêcanêye qolkirîye sêalî alî p’evk’etibût’emamîya hêsîra aza berdin, Adrbêcan r’ewþa hêsîrê e’skerîyê deg’eldike- bi cêr’ibandina xwestina xweye hêsîr xweykirina wan e’fûke.

P’ara qiarêye xitmkirinêda tê gotinê::

Sera wek’îla

1.Li Adrbêcanê dike bangî hangava t’emamîya hêsîrê e’skerîyê û kesê ermenîye bajar’vanîêye hêsîrbirî aza berde,

2.T’emîyê dide k’ativtîya WAY-ye dîwanî t’emamîya derecada, nav wê hejmarê isa jî goveka pêvajoya k’oma T’BHA-êye Mînskêda, t’ev Adrbêcanê bixevtin- bi dayîna serwextkirinê, k’a çiqasî ferze li borcdarîyê arizî amin bimîne- angorî e’lametîya 9-ê meha çirîa paþin û heqê ort’emiletîyê- bêe’glkirin t’emamîya hêsîrê e’skerîyê û kesê bajar’vanîêye hêsîrbirî aza berdin.

Bi qîmetkirina Bîlîrakîs- çend meha pey þêr’r’a gava alîyê Adrbêcanîye bin miftêda dadayî xweykirina hêsîrê ermenîyee e’skerîyê ter’ibandina konvênsîa Jnêvê û qanûna ort’emileitîêye safîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button