PoliticsTop

”HALO T’rast”-a brîtanî xerîta t’opraxê Arsaxêye leg’mkirî t’ehwîlî t’irka kirîye: 24 Nyûz

Hevaltîya “HALO T’rûst”-e brîtanî, k’îjan Arsaxêda bi xevata xêratk’arîyê mijûldibû, xerîta t’opraxê Arsaxêda leg’mbûîye mewcûd t’ehwîlî xizmetk’arîyê t’irkîye mexsûs kirîye, k’îjanê jî  mecal daye wexta þer’ê 44 r’ojê t’opraxê ordîya Arsaxêye xwexweykirinêye p’arastinêye leg’mkirî bêminet alt’kin. Derheqa vê yekêda Borîs Avagyanê wek’îlê sedrê Arsaxzêyî bi sipartinê mexsûs e’lamî “24Nyûz-ê kirîye.

“Ij ç’e’vkanîyê bawerkirinê miva e’yanbûye, wekî hevaltîya “HALO T’rûst”ê, wekî bin nave t’eþkîleta brîtanîye xêratk’arîyê dixevtî û bi xevata bêt’erefkirina leg’ma mijûldibû, maweya Arsaxêda xevatê xerîtê t’opraxê alîyê ermenîda leg’mkirî p’eydkirne û t’ehwîlî xizmetk’arîyê t’irkîye mexsûs kirine. Dest vê yekê wexta þêr’ neyarê karibûye bêminet t’opraxê leg’mkirîr’a derbazve. Bin navê lêk’olînkirina t’opraxê bi qezîyada evê hevaltîyê e’melê ce’sûsîyê t’emamîya t’opraxaArsaxêda mîaserkirîye.

Ev t’eþkîlet hindava K’olîn K’êmbl Mît’çêlê endamê þêwirxana brîtanî û palkovnîkê ordîya brîtanîyî berêda sala 1988-a hatîye darxistinê”,- Avagyan got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button