PoliticsTop

Stêfan Dyûjarîk gönek’arkirinê ce’sûsîêye miqabilî wek’îla YÛNÎSÊF-êye Ermenîstanêda bêh’îm h’esavdike

Stêfan Dyûjarîkê zarbêjê k’ativê T’MY-î sereke gönek’arkirinê miqabilî Marîan K’lark-Hat’înga wek’îla “YÛNÎSÊF”-êye Ermenîstnêva hinartîye derheqa wê yekêda, wekî ew bi ce’sûsîyê mijûlbûye- bona k’ara Adrbêcanê û P’adþatîya Yekbûyî, bêh’îm h’esavdike. Çawa “Armênprês” e’lamdike, wexta qisa t’ev r’ojne’mevana Dyûjarîk veger’yaye ser pirsê.

“Gönek’arkirinê ce’sûsîêye miqabilî wê bêh’îmin û ez lap piþta wê digrim. Ez wê yekê dikarim bêjme we, çi hevalk’arê mine “YÛNÎSÊF-ê t’ehwîlî min kirine. “YÛNÎSÊF” û  h’ökömeta Ermenîstanê p’evk’etine, wekî Marîan K’lark-Hat’îngê çawa wek’îla “YÛNÎSÊF”-ê Ermenîstanêda xevata xwe wê xilazke û k’ivþkirineke din wê bistîne”,- Dyûjarîk gotîye.

Ewî binxetkirîye, wekî Marîan K’lark-Hat’îng p’êþezana cêr’ibandî, xweya wesifkirina bilinde, ya kö berê merk’eza “YÛNÎSÊF”-êda xevitîye, wek’îla t’eþkîletêye Malazîayêda bûye, qölixê din Somalîyê, Gvîênayê, Bênînê û Madagaskarêda mijûlkirîye.

“YÛNÎSÊF” sala 1993-ada seva zar’ê Ermenîstanê xevitîye û t’ev h’ökömetê nav hevk’arîya meh’kem û k’ardar bûye”,- zarbêjê k’atvê T’MY-î serekebinxetkirîye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button