PoliticsTop

Wezareta Ermenîstanêye K’D borcdare ij membera T’MY pirsa þertne’ma Moskvayê û Qersê bike dengî

Ermenîstan gere derheqa þertne’mê Moskvayê û Qersêda bînne bîr, lê eleqetê xwe t’ev Ûr’isêtê gere tûjneke. Derheqa vê yekêda wexta seh’eta þêwirxanê Anna Kostanyana endama firqa “Lûsavor Hayastan”-ê got.

Cöda gotî, ewê anî bîr, wekî 16-ê meha adarê 100-salîya qolkirina þertne’ma Moskvayê xitimdive, angorîk’îjanê Qers dane T’irkîayê, lê Naxîcêvan û Qerebag’ bi “serwêrîkirina” Adrbêcanêye “we’delîda” dîharbûn- bi we’dê  100 sal. Ew hevr’aqayîlne’me bi serk’arîya Lênîn hindava h’ökömeta Ûr’isêtêda t’ev T’irkîayê- bi serk’arîya Et’at’irk, hatbû qolkirinê. Lê wî çaxî ew h’ökömeta we’delî naskirî nînbû. “Dêmek, qewata hevr’aqayîlne’mêye hiqûqîyê nikare heve. Lêbelê, bi h’esavhildana, wekî serwêrîkirina Naxîcêvanê bi we’dê 100 sal têr’adîtîbû, vê gavê heqê Ûr’isêtêyî diha gele e’melkirinê wê t’opraxêda heye, ne kö heqê T’irkîayê”,- Kostanyan da k’ivþê.

Saxî, ewî da k’ivþê, Londonêda 16-ê meha adarê, angorî hevrxaqayîlîya anglo-ûr’isa, wî çaxî idî seva Ermenîstana Sovêtîtyê hate qedexekirinê, wekî ew de’wa t’opraxê der-cînara bike. Paþê 4-5-ê meha h’ezîranê byûroya Qafqasîayê ya Kommerk’ezîya Firqa Ûr’isêtêye komûnîstîyê, qirar derxist derheqa Adrbêcana Sovêtîyêva cemkirina Qerebag’êda. Ew qirar jî, bi   wek’ilandina dêpûtatê, dîsa nikare nav qewatêve, çimkî heqê meqameta firqê t’inê qirarê dîwanî derxe û nikare dîwana îcrakirinê bedelke. “Vira hevalê wane görc alyî adrbêcanîyê komûnîst kirin. Ber wê yekê qasidê adrbêcanî seva k’ara wergirtina neh’îyê Axalk’alak’ê (ermenîmayînê) û Salkayê (li k’ö yûnanî û ermenî diman) t’eþkîla Görcistana Sovêtîyêda wergirtn.

Lê em gere bi dilsag’î temê xwe li serdewleta mecbûrnekin û em ferztîya hevalk’arîya ermenî-ûr’isaye de’wmeþandinê bêaqil ber tiþtekî h’esavnekin. Dêmek, gere ferztîya baza ûr’isaye e’skerîêye 102-a, endamtîya li T’eþkîleta bêqezîabûn û hevk’arîya t’omerî û li Yektîya Avroasîaêye malhebûnîyê qîmetkin, lê- ij goþê her t’enê ewlekirina bêqezîabûna Ermenîsatanê û Qerebag’ê”,- Kostanyanê e’lamkir.

Lêbelê, ya þêwirxanevan difikre, derge-dîwanê Ermenîstanê derheqa wan þertne’mê xayîntîyêda gere e’lamkin, barê- ij membera T’MY, lê dîwannasîya cime’tîyê t’emamîya zefa gere bivîne- seva bi cûr’ê layîq dengîkirina vê pirsê”,- Kostanyanê got.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button