PoliticsTop

P’aþînyan t’êlêxistîye û vexwendine li e’ne’nekirina: ev herdö r’ojê pêþber wê ê qirarkirinêvin

Bijartinê CM-êye sirêder û göhastina Destûrê- bi lênihêr’andina ösûla serwêrîkirina þêwirxanê: eva r’ojeva deþta sîasîêda pêkhatîye, wekî temamîya qewatê  þêwirxanê, bi hine þikberîya, t’erefdarin. Safîkirin hevr’axeverdanava girêdayîne.

N. P’aþînyanê serekwezîr Ÿdmon Marûk’yanê serk’arê k’oma “Lûsavor Hayastan”-ê vexwendîye li r’asthatinê. Marûk’yan difikire, wekî r’asthatinê îro biqewime, lê dide k’ivþê, wekî  pêkanîna “bê qewl û qirar” seva giþta gere e’melbike. Ê dêpûtat gotîye r’ojne’mevana: “Wekî pêþdanînê dikin bîrne’mê morkin, ew idî pêþerte. Seva wê pêþertê isa jî r’ikebera hene. Seva derxistina welêt ij vî h’alî ez destvaçûyînê p’ir’hejmarr’a hazirim. Ez diçime  wê r’asthatinê. Wexta r’asthatinê wê çive, ezê salixkim. Ev welatê bêy bijartina r’eh’etneve, lê, h’etanî bijartina- pirsgirêkê dine pêþdahatî hene, mesele, miqabilîhevbûna dîwana îcrakirinê û ordî”.

Alên Sîmonyanê dewsgirtîyê sedrê CM, îmk’aylî ev pêkanîna Firqa Lûsavor Hayastane hevalk’ar qebûlnake. Ew divêje: “Miqabilîhevbûna h’ökömet-ordî t’ine. Pirsgirêk t’ev wekeîlek, dö, sê giregirê ordlîyê heye. Ew e’lametî xweber e’lametîîya bêqanûnîbû. Ordî nikare t’ev pêvajoyê sîasîyêve, qanûn wê yekê qedexedike. Hine e’sker ij sîasîyê gere dûrvin”.

Bona sistkirinka e’ynata höndör’e sîasîyê dîwan îsal derbazkirina h’alê sirêder döristbînî h’esavdike. Serekwezîr ew þax înk’arnekiribû. “Vê demê hevr’aqayîlbûn heye derheqa r’ûniþtina dora t’exte û destpêkirina e’ne’nekirinada”,- dewsgirtîyê sedrê CM divêje. Lûsavorakn diwek’ilînin: dema t’erkdayîna serekwezîr ewê pêþendamê serekwezîr pêþda nek’þînin, lê seva wê hevr’aqayîlî navbera t’emamîya qewatê þêwirxanêda lazime.

Naîra Zohrabyana wek’îla qewata þêwirxanêye sisya – “Bargavaç’ Hayastan”-ê derheqa destvaçûyînada xevernade: “Safîkirin bijartinê sirêderin, lê meriv gere, ê kö r’êsûrsa fermandarîêye  total dide xevatê, wan bijartinê sirêder gere deribazneke”.

Dewsgirtîyê sedrê CM semt’girîya wî cûr’eyî seva e’ne’nekirina bi pirsgirêkpêþdaanîn h’esavnake. Alên Sîmonyan divêje: “Ez bawerim, wekî vê sirêda Naîra Zohrabyan wek’îltîyê firqa “Bargavaç’ Hayastanê” dike. Hûn t’emam ze’f baþ zanin, wekî wira merivek “divêje”. Ez înk’arnakim, wekî îro û sivê, dikarim bêjim- bi çi cûr’e

Dikare r’asthatin heve, dikare cûr’eçapeke dinve, lê ez înk’arnakim û ç’e’vnihêr’î r’asthatitnême. Safîkirina pêvajoya sîasîyê gere bi bijartinave. Þaxekî din CE-êda  îht’îmal nîne”.

Berî e’ne’nekirinê sîasîyê kes nalezîne safîke, k’a seva betalkirina e’ynatê hazire her’e çi destvaçûyîna.  H’îmdikin, wekî wexta e’ne’nekirinê isa wê h’evsa xwe bazarkirinê bikin.

Pirsa göhastina destûrê jî dive ya r’ojevê. Bona belakirina nezerê serekwezîr meha çirîa pêþin daye k’ivþê. Isa jî înk’arnave, wekî þêwirxane wan þerta bigöhêze, seva k’îjana derbazkirina r’êfêrêndûmê e’seyî nîne. Vê demê dîwan derheqa mecala göhastina ösûla serwêrîkirina þêwirxanêda xeverdide, lê ew göhastin her t’enê bi r’êfêrêndûmê îht’îmale.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button