
Wezareta CE-êye senaya têxnologîêye bilind belgê xweyî fêysbûk’êda leg’m û leg’mavêjê deranîna ermenîye 82 mm-ê t’emsîlkirine.
“Bi meremê hingavtina mecalê agirkirinê û qewata neyarêye zêndîye xendeq’a, mêrgê ç’îaye cîwarbûyîda tê xevtandinê. Dûrbûna ÿgire herezêde- 3040 mêtre”,- nivîsara wezaretêye fêysbûk’êda hatîye gotinê, r’ex k’îjanêda isa jî vîdêomade belabûye.