PoliticsTop

Vê gavê k’ese îht’îmal nîne h’esavkin, k’a bêh’esarkirinê çawa bike ser malhebûna Ermenîstanê: sedrê Komîtêa k’ara dîwanî

Ÿdvard Hovhannîsyanê sedrê Komîtêa k’ara dîwanînav qisa t’ev r’ojene’mevana paþda veger’yapser pirsê, k’a Komîtêa k’ara dîwanîda h’esav hene bêh’esarkirina binxeleqa çi t’esîrê ser malhebûna Ermenîstanê wê bihêle?

“Xölese nêzîkbûn û pirsê derheqa bêh’esarkirinêda niha meþa e’ne’nekirinêdanin. Û dîmena meye axirsongî t’ine. Komîtêa k’ara dîwanî jî bi p’ara xwe t’evbûy​a wan e’ne’nekirinaye. Vê gavê k’ese îht’îmal nîne h’esava bikin, çimkî dîmena wêye konkrêt t’ine. Yanî- k’a ij k’ö sînorê veve, çi mecalê malhebûnîyê wê e’melbikin û zêdevin”,- ewî got.​​​​​3.Ermenîstan nav binelîyê Ûr’isêtê avîat’erefê herîpopûlyare​​​Pey e’lamkirina derheqa t’ecdîdkirina fir’înê qanûnîda Ermenîstan nav binelîyê Ûr’isêtiê bûye avîat’erefê ecnebîyî herîpopûlyar. Çawa “Armênprês” e’lamdike, “RÎA Novostî” e’lamdike, wekî r’ewaca avîabilêtê Ermenîstn car nîvekî r’eqemnîþa herdö mehê berîn derbaztirdive.​​Bi h’esavê nîvsalîya salêye pêþin 20%-ê bilêtê berva Ermenîstanê idî hatîye firotanê. Saxî, malp’er’  dide k’ivþê, wekî bahê bilêta ij Moskvayê R’ewanêye yekalî ij bahê par zêdebûye- ij 6.160 manata bûye 13.622 manat.

T’erefê dödayî herîxwestî Qazaxistane, lê T’irkîya h’ersêka xitimdike. Moldova, Adrbêcan, Bêlar’ûs, Mîrtîyê E’rebaye Yekbûyî, Misir û Ûkraîna nav herdehadanin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button