PoliticsTop

R’ojne’ma “Hayastanî Hanrapêtût’yûn”: Zorbûna ordîya ermenî t’irkkirina neh’îyê dikare betalke

“Þeherê Qersêda te’lîmkirinê t’irk-adrbêcanîye e’skerîêye t’evayîye “Zivistan 2021”-e ij 1-ê meha sivatê destpêbûyî xilazbûn. Wêda binp’arê tanka û t’opa, k’omê mêþandara, endamê k’omê mexsûs û qewata heqê wergirtîbûn. Sona Xaçatryana þiroçîya malp’er’a “R’azmînfo”-ê nav qisa t’ev r’ojne’ma “Hayaystanî Hanrapêtût’yûn”-ê da k’ivþê, wekî ew derece, wekî te’lîmkirinê e’skerîyê te’lîmxana Qers “Ak’babaye” sînortaþa CE û, cöda gotî, Gömirîêye baza ûr’isaye e’skerîêda dihatne lîstandinê, bi p’ara hedefê te’lîmkirinê e’skerîêye h’îmlî  mesajê safîbûn.

Bi gilîyê Art’ûr Êg’îazaryanê pisporê e’skerîyê, xweþivêtîya van te’lîmkirinê e’skerîyê ewbû, wekî derheqa cêr’ibandinê têxnîka e’skerîêye t’ezeda, lê isa jî derheqa binp’arê isa- k’omê dîvêrsîonda dida k’ivþê, k’îjana ç’îya-banîyada mecalê neyarêye leg’mavîtinê gere e’yankiraina û t’önekirana. “Þertê derbazkirina van te’lîmkirinê e’skerîyê bi xeysetê xwe ze’f mînanî  e’melkirina hima t’opraxa Ermenîstanêdabûn. Eva bi delîlî gaveke e’frandina ordîya pant’irkî- t’ûranîye yekbûyîva hinartîibû, k’îjan vê gavê yektîîyê adrbêcanî-t’irkîye e’skerîyê werdigre. Ev t’e’lîmkirinê e’skerîyê bi h’esavê tirsandina me gilî bûn, lê yalê dinva- gere  piþ göhê xweva nevêjin, wekî ew r’astî jî  k’arê  xwe þêr’ dikin- bi þer’van xweykirina ordîyê”,-, Êg’îazaryan hûrgilîkir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button