Ewî isa jî ne’ma Îlham E’lîêvr’a hitnartî belakirinêva kirîye, k’îjanêda t’emî daye hêsîrê eaza berdin.
Ne’mêda tê gotinê: “Berê e’wil ez bi hîvîkirina paþdaveger’andina hêsîrê ermenîye e’skerîêye Adrbêcanêda h’evskirî xîtavî we divim. Malê bêgöman- dê, jin û zar’, malda ç’e’vnihêr’î wanin. Aza berdana wan wê bibûya delîla bi me’na t’arîxîye mezin- bi dinê-a’lemêva t’eþhîrkirina ce’dandina e’dlayê.
Ez isa jî r’eqema hêsîrbirîaye dörist û salixê bi t’eþkîletê ort’emiletîyê derheqa h’alê seh’eta wanda bidne wan.
Isa jî dikime bangî gavê hiqûqîyê nisbetî wan bajar’vanê Adrbêcanê bikin, ê kö wexta miqabilîhevbûna Qerebag’ê sûck’arîyê e’skerîyê kirine- bi t’er’ibandina konvênssîa û qanûnê ort’emiletîyê, lê isa jî qanûnê Adrbêþanê.
Bi qedir- T’omaþ Lêx Bûçêk”.
H’evtya derbazbûyî nav qisê, k’îjan dabû r’adîoya Ermenîstanêye civakî, T’omaþ Lêx Bûçêk gotibû, wekî ewî ij Adrbêcanê bi h’ezara gefxwerin stendine- derheqa sûck’arîyê adrbêcanîye e’skerîêye miqabilî ermenîya- seva temê belakirina bryoþûrê. Gele cara cêr’ibandine malp’er’ê sosîalîêda h’esavê wî biþkênin.