PoliticsTop

Pirsa Arsaxêye h’îmlî safîbûyî nîne, pirsa h’îmlî, sereke – safîkirina r’ewþa Arsaxê, heye: wezîrê K’D

T’ö t’ivdîreke konkrêt eþîa safîkirinê nîne. Derheqa vê yekêda nav qisa t’ev r’ojne’mevanaye pant’êona “Êr’ablûr”-da Ara Ayvazyanê wezîrê Ermenîstanêyî k’arê der da k’ivþê- bi paþdavegr’andina ser t’êma bêh’esarkirina r’ê-dirba.

Ewî binxetkir, wekî dora bêh’esarkirina r’ê-dirba t’ev T’irkîayê, cöda gotî, r’iya Qers- Gömirî, t’ö hevr’axeverdanek nayê derbazkirinê.

Bi paþdaveger’andina ser pirsgirêka Arsaxêye h’îmlî, wezîr got: “Pirsa Arsaxêye h’îmlî safîbûyî nîne, pirsa h’îmlî, sereke- safîkirina r’ewþa Arsaxê heye, derheqa k’îjanêda isa jî  h’emsedrê welata ser dereca wezîrê k’arê der xeverdaye”.

Bona fikrê, wekî sêsedir we’dê qirarkirnina r’ewþa Arsaxêva girêdayî t’ö safîkirinekê nakin, Ara Ayvazyan got: “Ez bawerim, û wekî we dîna xwe daye e’lametîyê h’emsedra, isa jî wezîrê wan welataye k’arê der, k’îjan didine k’ivþê, wekî pirsê ferz hene, k’îjan gere bêne hinartinê û pirsa safîkirina r’ewþa Qerebag’a Ç’îya maye çawa pirsa sereke. Van r’oja h’emsedir r’astî hevdö hatine, van r’oja emê wanva bêne girêdanê, û em ç’e’vnihêr’î serdana wane zûtirekêye li neh’îyêne. Derheqa we’deda emê e’lamkin”.

Çi dimîne derheqa wê yekêda, wekî Adrbêcan e’lamdike, wekî pirsa Qerebag’ê hatîye dadanê, wezîrê k’arê der got: “Döh min binxetkir, wekî h’erke em derheqa meh’kemîyê, e’dlayê neh’îêda xeverdidin, dêmek gere serwextbûna t’omerî heve, alt’indar û alt’bûyê neh’îyê gere t’inevain. Hindava t’emamîya alîyada serwextbûn heye, wekî h’erke em derheqa e’dlayêda xeverdidin, dêmek e’dlaya bi r’ûmet gere heve”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button