SocietyTop

Ÿzdî miqabilî qirara Îraqêye t’erka ardimîa bona çadirgeha seva kesê cîgöhastî bide, þikyatdikin

Endamê ÿzdîyê kêmjimare cîgöhastî, ê kö vê gavêçadirgehêda, li ç’îayê Sîncarê (Þengal), dijîn, miqabilî qirara h’ökömeta Îraqêye r’awestandina alîk’arîyê bona vê çadirgehê þikyatkirin.

Þikyatkirin, k’îjan çadirgeha Serdeþtêda bû, wexta berfa gör’ û sör’-sermê bû.

“Neh’îya meda xizmet t’êrênakin, male me hatne h’edimandinê, a lema em nikarin paþda veger’in, û h’ökömetê k’omek ser me bir’îye. Ez sond dixöm, wekî hene mal, k’îjan  dest çend r’oja t’inebûna ardû nikarin sova dadin. Zar’ê me þevê dest  seqemê nikarin r’azên. Wê e’cêva giranve, h’erke h’ökömet pirsgirêkê me  safîneke”,- Îlyas Xidir Berek’et, ê kö idî þeþ sala zêdetir çadirgehêda dijî, e’lamkir.

Wezîra Îraqêye mîgrasîayê û cîgöhastinê  wexta serdana xweye li çadirgehêye  par qirakirîye t’erka dayîna k’omekê bidin- nav govekê plana dadana t’emamîya çadirgehê seva kesê cîgöhastî, bi delîlî bi mecibûrkirina binelîya, wekî ew veger’ne li neh’îyê xwe, nenihêr’î wê yekê, wekî wana ne carekê e’lamkirîye, wekî xwe bêqezîya t’exmînnakin.

E’lî Þaaboyê serk’arê çadirgeha Serdeþtê e’lamkir: “H’ökömetê dö meha zêdetir pêþda ardimî ser binelîyê çadirgehê bir’îye, û niha ewe wan meriva h’esavnakin, ê kö hila hê çadirgehêda dijîn, kesê cîgöhastî. Ev meriv dest wêrankirina nikarin veger’ne li neh’îyê xwe, k’îjan wî çaxî bûn, çaxê dewleta îslamîyê serk’arî þeher dikir”.

Çadirgeh sala 2014-a hatîye avakirinê û 2300 çadirwêda hene. Vê gavê 33000 kesê cîgöhastîyê höndör’ wiradijîn, ê kö ij îslamîsta r’evîne

Qölixçîyê cî e’lamî mecalê salixdayîna t’omerî kir, wekî h’ökömeta Îraqêye t’ifaqdarîyê k’arê xwe dike 100 cinyazê köþtîyê dewleta îslamîyê gor’ê derxe, ê köhatbûne köþtinê, çaxê k’oma tirsk’ara Þengal zevtkiribû.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button